Heyecana îmtîhana LGS îro dest pê dike

Îmtîhana navendî ya di bin Sîstema îmtîhana Têketina Lîseyê (LGS) de wê îro di du rûniştinan de were lidarxistin.

Bi tevahî 1.022.658 xwendekar dê beşdarî îmtîhana ku ji hêla Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve, hem li Tirkiyê û hem jî li navendên derveyî welat tê lidarxistin bibin.

Îmtîhan, ku wê di du rûniştinan de were dayîn, dê di saet 09:30an de dest pê bike. Di vê rûniştinê de, xwendekar dê bi tevahî 50 pirsan ji dersên Tirkî, Dîroka Şoreşa Tirkiyê û Ataturkîzm, Çanda Dînî û Zanîna Exlaqî, û Zimanê Biyanî bibersivînin.

Rûniştina duyemîn dê saet 11:30an de pêk were û ew ê ji 40 pirsan ji warên matematîk û zanistê pêk were.

Encamên îmtîhanê wê di 10ê Tîrmehê de li ser malpera Wezareta Perwerdehiya Neteweyî werin eşkerekirin.

Pêvajoya hilbijartina lîseyê dê di navbera 13 û 24ê Tîrmehê de pêk were.

Encamên bicihkirinê û cihên vala yên mayî dê di 5ê Tebaxê de werin ragihandin.

Serlêdana veguhastinê û hilkolandina encaman dê di navbera 5 û 14ê Tebaxê de pêk were. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de qezayê trafikî de merdimêko merd, merdimêk zî dirbetin bi
Nêxweşiyên ku di demsala havînê de herî zêde tên dîtin
Bihayên tene ên ku hatine eşkere kirin cotkaran mexdur dike
Bi sedan keçên ciwan ketin tesettûrê
Lê belê wî jiyana xwe ji dest da