Heyeta HAMASê bi pêşengên komên berxwedanê re hevdîtinan kir

Heyeta ku ji pêşengên Hereketa Berxwedana Îslamî (HAMAS) pêk dihat, bi Ziyad Nehhaleyê Sekreterê Giştî yê Hereketa Cîhada Îslamî û Cemîl Mizherê Cîgirê Sekreterê Giştî yê Cebheya Gel a Rizgariya Filistînê (FHKC) re hevdîtinan pêk anî.

Di daxuyaniya HAMASê ya der barê mijarê da bal kişand ser qehremaniya gelê Filistînê û berxwedana wan a di Operasyona Tofana Eqsayê da hat destnîşankirin ku ji bo berterefkirina êrîşên siyonîst di çarçoveya şêwirmendî û xebatên hevpar da hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinan de geşedanên siyasî û leşkerî û xebatên ji bo bidawîkirina êrîşên artêşa îşxalker ên li ser Xezzeyê hatine kirin hatin nirxandin û hat destnîşankirin ku rêberên Filistînî yên beşdarî hevdîtinê bûne li ser fikrên ku bi wan re hatine gotûbêjkirin rawestiyan.

Di daxuyaniyê de beşdarên hevdîtinan diyar kirin ku armanca berxwedana Filistînê ji her pêşniyarekê sekinandina êrîşên artêşa îşxalker a li dijî gelê Filistînê û bi taybet niştecihên şerîda Xezzeyê ye; Hat destnîşankirin ku wan tekezî li ser wê yekê kirin ku armanca wan ew e ku rêjîma dagîrker ji Şerîda Xezzeyê vekişe, gihandina alîkariyên mirovî bo niştecihên Şerîda Xezzeyê, jinûve avakirina Şerîda Xezzyê û pevguhertina girtiyan bi awayekî adilane ye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno