Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Entabê Şahzade Demir, Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Mersînê Faruk Dinç Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar ziyaret kirin. Di serdanê de li ser pêkanînên keyfî yên Dicle Ceryan û gazinên welatiyan hatin axaftin.
Şahzade Demîr, Wekîlê Serokê HUDA PARê û Parlamentera Entabê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê serdanê de wiha got:
“Me serdana Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî, Birêz Alparslan Bayraktar kir. Di vê serdanê de, me pirsgirêkên têkildarî DEDAŞê, pêkanînên wê yên keyfî û talûkeyên ku ji ber sazkirina trafoyên elektrîkê bêserûber li hewşên dibistanan çêdibin, ji wî re şîrove kirin. Her wiha me bi hezaran îmzeyên ku Gırık-Der li Silopiyê li dijî pêkanînên neqanûnî yên DEDAŞê berhev kiribûn, radestî wî kirin. Me gazinên ku welatiyên me dijîn bi wî re parve kirin.”
Hat hînbûn ku lijneya HUDA PARê daxwazên xwe yên ji bo çareseriyên qutbûna ceryanê ya demdirêj, fatûreya bêserûber û pirsgirêkên binesaziyê yên herêmê jî ji Wezîr Bayraktar re gihandine. (ÎLKHA)