Heyeta OPCW nikarîbû têketa Dûmayê

Heyeta Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) ji ber tinebûna ewlehîyê neketin Dûmayê.

Heyeta Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) destnîşan kir ku ji ber tinebûna ewlehîyê ew nikarîbûn têketana Dûmaya navçeya Sûrî û li wir vekolîna êrîşa çekên kîmyawî bikiran.

Piştî ku karbidestên Sûrî û Rûs îfade kirin ku li deverê hê jî pirsgirêkên di warê ewlehîyê de dewam dikin heyeta ku ji 9 pisporan pêk dihat neketin deverê û vegerîyan.  

Heyeta Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) xwestibû ku derbarê êrîşa kîmyawî ya ku di 7ê Nîsanê de li Dûmaya navçeya Xutayê hatibû rastkirin û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dabûn de lêkolînê bikin çûbûn Sûrîyeyê. 

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) li Sûrî xweyê destûra vekolîn kirina êrîşên kîmyewîne. Rêxistinê bikaranîna çekên kîmyewî dê vekolînan bike, lê belê dê sûcdarîyan neke.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin