Hezkirina Pêxember tu astengî nasnekir

Di çalakiya Mewlûda Nebî ya ku ji aliyê Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Êlihê hat lidarxistin de, beşdariya welatiyên astengdar bal kişand. Beşdaran tekez kirin ku hezkirina Pêxember tu astengiyan nas nake.

Mîtînga Mewlûda Nebî ya ku ji aliyê Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi armanca bîranîna Hezretî Mihemed (sallallahu aleyhi wesellem) û zindîhiştina sineta wî, bi temaya "Pêşengê Me yê Wehdet û Rizgariyê Hezretî Mihemed" hat lidarxistin, bi beşdariyeke zêde hat pêkanîn. Di çalakiya ku li Qada Mewlûdê ya li kêleka Otogarê hat lidarxistin de, peyamên yekîtî û biratiyê derketin pêş.

Di bernameya ku tevî hewaya sar bi hezaran kes beşdar bûn de, biryardariya welatiyên astengdar û eleqeya wan a ji bo çalakiyê bal kişand.

Beşdaran diyar kirin ku hezkirina Pêxember li ser her cure astengiyan e.

İbrahim Güzel

"Înşallah bibe wesîleya rizgariya ummetê"

İbrahim Güzel diyar kir ku temaya hatiye hilbijartin watedar e û weha got:

"Temayeke pir xweş hatiye hilbijartin. Înşallah bibe wesîleya xelasiya ummetê. Bi rastî em di demên dijwar de derbas dibin. Xwedê Misilmanan biparêze. Atmosfereke pir xweş heye. Di vê roja sar de em spasiya her kesê ku hatine dikin."

Mehmet Zeki Güneş

"Ji bo Pêxemberê me hatim"

Mehmet Zeki Güneş ê ku hevjîna xwe ya astengdar aniye çalakiyê, bi van gotinan qala biryardariya hevjîna xwe kir:

"Min hevjîna xwe anî. Dibêje: ‘Li kîjan derê dinyayê be jî, tu yê bêyî min neçî.’ Dibêje baran be jî, bager be jî ez ê bêm. Ji bo Pêxemberê me hatim. Ez jê pir hez dikim. Ew ji bo xelasiya me hat."

Hayrettin Kaya

"Dema ez têm pir rehet dibim/dilê min fireh dibe"

Hayrettin Kaya yê ku diyar kir her sal beşdarî çalakiyê dibe, ev îfade bikar anîn:

"Ez ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatim. Her sal beşdar dibim. Dema ez têm, dilê min pir fireh dibe. Ez bi hevalên xwe re hatim. Xwedê ji kesên ku vê çalakiyê amade kirine razî be. Bila dewama van cure çalakiyan hebe. Ez pir bi heyecan im."

Mevlit Bahtiyar

"Em di demeke wisa de ne ku herî zêde hewcedariya me bi Pêxemberê me heye"

"Em di demeke wisa de ne ku herî zêde hewcedariya me bi Pêxemberê me heye. Xwîna ummetê wekî çeman diherike. Niha ummet parçe parçe bûye. Divê em mezheb û nijadan bidin aliyekî û bibin yek. Tenê heger em bibin yek, em dikarin dijminên Îslamê têk bibin. Çalakî pir xweş e. Ez her sal beşdar dibim. Cihê me jî pir xweş e; aliyê pêş ji bo me vediqetînin."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Amed de amadeyîyê aktîvîteya Mewlidê Nebîyî dest pêkerdî
Li gundê Çinarê piştî barîna zîpikê her der spî bû
317 rêyên gundan hatin girtin
Piştî barîna berfê li Şirnexê, bajar spî bûye
Amadekariyên mîtînga Mewlûda Nebî li bajarê Dîyarbekirê dest pê kirin