Hikûmeta Xezzeyê: 135 hezar çadir û konteynir ji bo kesên ku vedigerin bakur hewce ne

Ofîsa Çapemenîya Hikûmetê li Xezzeyê got ku nifûsa Filistînî ya ku li Xezzeyê û bajarên wê yên bakur dijîn, ji ber ku bi sed hezaran koçber sibeha Duşemê dest bi vegerê kirin, lazimatîya wan a bi lezgînî ji 135.000 çadir û konteyniran re heye.

Di daxuyaniya ku ji teref Ofîsa Çapemenîyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku rêjeya wêranîya ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve li bajarê Xezzeyê û herêmên bakur hat kirin ji sedî 90 derbas kir.

Ofîsê bang li civaka navneteweyî, rêxistinên navneteweyî û herêmî û welatên ereb kir ku bi vekirina xalên derbasbûnê, ji bo peydakirina pêdivîyên bingehîn ên stargehê ji bo gelê Filistînê gavan bavêjin.

Li gorî Ofîsa Çapemenîyê, niha ji 5 hezar û 500î zêdetir wezîfedarên hikûmetê ji bona ku vegera mirovên ku ji cîhê xwe bûne hêsan bikin di hemû sazîyên fermî û wezaretan de alîkarîyan dikin.

Vegera bi coş a koçberan

Bi cîbicîkirina rêkeftina agirbestê, îro danê sibê bi sedhezaran mirovên ku ji cîhê xwe bûne dest bi vegera bakurê Xezzeyê kirin. Pêvajoya vegerê bi coş, tekbîr û kelecaneke zêde pêk tê.

Berpirsê Dezgeha Ragihandinê ya Hikûmetê Selame Marûf di daxuyanîyekê de berî niha ragihandibû ku karmendên hikûmetê bi hevkarîya aliyên civakî vê rojê weke sembola hevgirtina netewî û hevgirtina civakî dibînin. Maruf destnîşan kir ku ev hewldan biryardariya gel a ji bo bidawîkirina xeyalên îşxalkeran ên koçberîya bi darê zorê nîşan dide.

Karê stargeh û alîkarîyê

Ji dema ku peyman hate diyarkirin, komîteyên niştecihbûnê û alîkariyê yên hikûmetê ji bo welatiyên ku malên wan wêran bûne giranî dane ser amadekirin û xêzkirina kampan. Ji bo vê armancê heta niha nêzî 40 qadên kampê hatine avakirin û xebatên ji bo temînkirina lojîstîk û lazimatîyên jiyanê di serî de temînkirina konan berdewam dike.

Selame Maruf bang li xelkê Xezze û bakur û bi taybetî welatîyên ku malên wan wêran bûne kir ku hev hembêz bikin û mazûvaniya wan bikin û ruhê yekîtî û piştgirîyê ku bi mehan e berdewam dike, bila bidomînin. Wî destnîşan kir ku divê welatîyên ku lazimatîya wan a stargehê hene, serlêdana navendên stargeha demkî yê herî nêz bikin, bi taybetî çadirên xwe, bi xwe re bînin ji ber ku di temînkirina 120 hezar konên lazim de derengbûn heye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar