"Ji Serokê ZMO yê Êlihê Nirxandina Sezona 2025-2026'an: Baran Rehmet e lê Rîsk Jî Hene"
Serokê Şaxa Êlihê ya Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) Ebubekir Doğan, derbarê sezona hilberînê ya 2025-2026'an de nirxandinên giring kirin. Doğan bal kişand ser bandorên erênî (pozitîf) yên baranê yên li ser hilberîna çandiniyê, lê di heman demê de cotkar li hemberî rîskên ku dibe bi baranê re derkevin holê hişyar kirin.
Doğan wiha got: "Di sezona hilberînê ya 2025-2026'an de, bi taybetî ji meha Mijdarê ve li herêmên me yên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê baranên pir bi xêr û bereketa bariye. Bi saya vê yekê, bi taybetî dexl û danên (hububat) me yên li qadên çandiniya bejî niha bi awayekî pir saxlem geşbûna xwe didomînin. Ev rewş bê guman cotkarên me şa dike; di vê xalê de ez dikarim bibêjim ku li seranserê herêmê hêviyeke me ya mezin a berhemê (rekolte) heye."
Ebubekir Doğan
"Zêdebûna Baranê Dikare Rê Li Ber Hinek Nexweşiyan Vegire"
Doğan di hişyariya xwe ya ji bo cotkaran de wiha got: "Lê belê di vê xalê de divê ez hişyariyeke piçûk bidim cotkarên me. Barîna baranê ya îsal a ku di ser normên demsalî re derbas bû, dikare rê li ber hinek nexweşiyên ku em di zeviyan de naxwazin vegire."
"Divê Li Dijî Zerik, Pasa Qehweyî û Nexweşiyên Din Baldar Bin"
Doğan di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha axivî: "Di rewşa ku ax zêde şil (nemlî) bimîne de, divê li hemberî van nexweşiyên ku dikarin derkevin holê baldar bin: Zerik (pasa zer) û pasa qehweyî. Deqên pelan ên septoryayê (Septorya yaprak lekesi). Nexweşiyên fungal (kuvarkî) yên wekî rizîbûna kokê û rizîbûna qirika kokê (kök boğazı çürüklüğü). Divê li hemberî van baldar bin."
"Nexweşî Dibin Sedema Kêmbûna Berhem û Kalîteyê"
Doğan bal kişand ser wê yekê ku nexweşiyên navborî dikarin encamên giran derxînin holê û wiha got: "Ev nexweşî di dexl û dan (hububat) de hem dibin sedema kêmbûna berhemê û hem jî dibin sedema ketina kalîteyê. Ji bo ku cotkarên me piştî dirûnê (hasat) windahiya kalîteyê neyên jiyîn û nirxa berhemê ya li bazarê (pazar değeri) nekeve, giringiyeke mezin heye ku ji niha ve dest bi kontrolkirina zeviyên xwe bikin. Di rewşên pêwîst de, divê bêyî windakirina demê dermanşo were kirin."
"Dema Têkoşîna Li Dijî Kêza Sûneyê Nêzîk Dibe"
Doğan bal kişand ser têkoşîna li dijî kêzên zerardar jî û wiha axivî: "Her wiha, nêzîkî mehek şûnda dema têkoşîna li dijî kêza sûneyê (süne zararlısı) dê dest pê bike. Divê cotkarên me di vê mijarê de jî hişyar bin. Bi kurtasî, îsal baraneke pir baş bariya; daxwaza me ev e ku ev baran berdewam bikin û bi rekolteyek (berhem) bi xêr û bereket rûyê cotkarên me bikice."