Roja Gurçikan a Cîhanê" ya ku her sal pêncşema duyem a meha Adarê li tevahiya cîhanê tê pîrozkirin, armanc dike ku balê bikşîne ser girîngiya tenduristiya gurçikan.
Pisporê Urolojiyê Op. Dr. Murat Bolat destnîşan kir ku faktorên hawirdorê yên wekî germahiya zêde, qirêjiya hawirdorê û gihîştina ava paqij rasterast bandorê li tenduristiya gurçikan dikin.
"Taybetmendiya herî girîng a nexweşiyên gurçikan ew e ku piranî bi dizî pêş dikevin"
Bolat diyar kir ku wezîfeya gurçikan ji bo laş heyatî ye û wiha got:
"Gurçikên me xwînê hildizirînin (süzmek) û maddeyên zerarer bi riya mîzê ji laş dûr dixînin. Lê belê taybetmendiya herî girîng a nexweşiyên gurçikan ew e ku piranî bi dizî (sinsi) pêş dikevin. Ji ber vê yekê, divê kesên di koma rîskê de ne, kontrolên xwe yên tenduristiyê yên bi rêkûpêk îhmal nekin."
Bolat da zanîn ku kesên nexweşiya şekir (diyabet), tansiyona bilind (hîpertansiyon), obezîte, kêşana cixarê û yên ku di malbata wan de nexweşiya gurçikan heye di bin rîskeke mezintir de ne. Bolat anî ziman ku ji bo van kesan, kirina ultrason û tahlîlên xwîn û mîzê yên bi rêkûpêk ji bo şopandina fonksiyonên gurçikan girîngiyeke heyatî de ye.
"Nîşaneyên wekî westandin, bêhalî, bêîştahî, dilrabûn û xura çerm dikarin bibin nûçegihanên nexweşiyên gurçikan"
Bolat bal kişand ser wê yekê ku nexweşiyên gurçikan dikarin bi hinek nîşaneyên destpêkê xwe nîşan bidin û wiha got:
Di mîzê de kefdana bi berdewamî an jî dîtina xwînê, bi şev pir caran rabûna mîzê, werimîna lingan û kofikên çavan, westandin û bêhaliya domdar, bêîştahî, dilrabûn (bulantı) û xura li ser çerm dikarin bibin nûçegihanên nexweşiyên gurçikan. Divê kesên ku gilî û gazincên bi vî rengî lê hene, bêyî ku demê winda bikin serî li pisporekî bidin.
"Vexwarina avê ya têrker bingeha tenduristiya gurçikan e"
Bolat her wiha destnîşan kir ku parastina tenduristiya gurçikan bi giranî bi şêwaza jiyanê ve girêdayî ye û ev agahî dan:
Vexwarina avê ya têrker bingeha tenduristiya gurçikan e. Kêmkirina xwê, xwarina tendurist, çalakiya fîzîkî ya bi rêkûpêk û parastina kîloya îdeal, adetên herî girîng in ku gurçikan diparêzin. Her wiha divê mirov ji bikaranîna dermanan a bêpêwist dûr bikeve; bi taybetî dermanên êşbir (ağrı kesici) ne bi şêweyekî bêkontrol bên bikaranîn.
"Ji bo jiyaneke tendurist, em mecbûr in gurçikên xwe biparêzin"
Bolat bal kişand ser wê yekê ku faktorên hawirdorê jî bandoreke mezin li ser tenduristiya gurçikan dikin û wiha got:
"Parastina hawirdorê û avakirina qadên jiyanê yên tendurist jî alîkariya parastina tenduristiya gurçikan dike. 'Roja Gurçikan a Cîhanê', bîranîneke girîng dide me hemûyan. Ji bo jiyaneke tendurist, em mecbûr in gurçikên xwe biparêzin."
Bolat destnîşan kir ku guhertinên piçûk ên di şêwaza jiyanê de dikarin cudahiyên mezin çêbikin û gotinên xwe wiha bi dawî kir:
Vexwarina avê ya bi rêkûpêk, meşîn, kêmkirina xwê, berdana cixarê, bikarneyanîna dermanan a bêkontrol û parastina hawirdora me, gavên herî girîng in ku mirov dikare ji bo tenduristiya gurçikan bavêje. Divê neyê ji bîr kirin ku gurçikên tendurist, tê wateya jiyaneke tendurist.