Hişyariya pisporan: Medyaya civakî bi qasî cixarê xetereyê li ser tendurustiya zarokan çêdike

Li Îngilistanê di demekê de ku rêziknameyên tundtir ên derbarê bikaranîna medyaya civakî ya zarokan de tên rojevê, pisporên tendurustiyê daxuyandin ku medyaya civakî ji bo ciwanan bi qasî cixarê xetereyeke mezin û giran çêdike.

Di demekê de ku pêvajoya şêwirmendiyê ya hikûmeta Îngilistanê ya bi sernavê "Growing Up In The Online World" (Di Cîhana Serhêl de Mezinbûn) a derbarê ewlehiya serhêl a zarokan de ber bi dawiyê ve diçe, di rapora ku ji aliyê Akademiya Kolejên Keyaniyê ya Bijîşkî ve hat pêşkêşkirin de hat diyarkirin ku medyaya civakî li ser tendurustiya giyanî (ruhî) û fîzîkî ya zarokan bandorên giran çêdike.

Di raporê de hat ziman ku bijîşk rûbirûyî "pêleke zarokên radîkalbûyî yên ku di bin bandora naverokên kîndarî, parvekirinên babetî-girêdanê (bağımlılık oluşturan) û naverokên pir nexweşker de mane" ne. Li gorî anketa ku akademiyê ligel 454 bijîşkan çêkiriye, nîvê beşdaran diyar kirine ku her hefte herî kêm zarokek ji ber naverokên serhêl tûşî travmaya psîkolojîk dibe yan jî zirarên fîzîkî dibîne.

Her wiha di raporê de cih hat daxistin (cih hat dayîn) ji mînakên derbarê mirin û birîndariyên ku ji ber teqlîdkirina reftarên pornografîk ên zêde, meyla ber bi naverokên tundûtûjiyê ve û radîkalbûnê pêk hatine.

Wezîrê Tendurustiyê yê berê Wes Streeting ku beriya demeke kurt ji wezîfeya xwe veqetiya bû, parast ku divê medyaya civakî mîna berhemên tûtûnê (cixarê) bête destgirtin. Streeting got: "Zêde mirovî bi xwe ve girê dide, ji bo tendurustiyê bi zirar e û pargîdaniyên mezin ên teknolojiyê ji bo ku ji rêziknameyan birevin, rêbazên pargîdaniyên tûtûnê bi kar tînin."

Tê payîn ku Serokwezîrê Îngilistanê Sir Keir Starmer ligel malbatên ku ji ber zirarên girêdayî medyaya civakî zarokên xwe winda kirine bê cem hev. Hat ragihandin ku malbat wê ji hikûmetê daxwaz bikin ku soza xwe ya derbarê sînordarkirina medyaya civakî ya ji bo kesên di bin 16 saliyê de bîne cih.

Hikûmetê di daxuyaniya xwe ya meha nîsanê de ragihandibû ku bêyî ku li benda encama pêvajoya şêwirmendiyê bisekinin, plan dikin ku ji bo bikarhênerên di bin 16 saliyê de "sînordarkirina temen an jî ya fonksiyonê" bînin. Tê armanc kirin ku ev rêzikname di mehên havînê de werin eşkere kirin û heta dawiya salê bibin yasa (kanûn).

Li aliyê din, saziyên mafên zarokan diparêzin ku tenê anîna sînorekî temenî têrê nake. Koalîsyona Zarokan a ji bo Ewlehiya Serhêl ku saziyên wekî 5Rights Foundation, NSPCC û Girlguiding di nav de cih digirin, diyar kir ku divê modelên karsaziyê (îş) û hêmanên sêwirana pîşesazî yên pargîdaniyên teknolojiyê ku girêdayîbûnê çêdikin, werin guhertin.

Koalîsyonê daxwaz kir ku qedexe li ser reklamên armanckirî û sêwiranên manîpûlatîf bête danîn, xizmetên kesane yên ji bo kesên di bin 13 saliyê de werin rakirin û komîseriyeke serbixwe ya ewlehiya serhêl ku dê ewlehiya zarokan kontrol bike, bête avakirin.

Hikûmeta Îngilistanê jî diyar kir ku xwedîkirina ezmûneke dîjîtal a ewledar ji bo zarokan li pêşiya karên wan ên herî giring (pêşengî) e; û daxuyand ku vebijarkên derbarê sînordarkirina gihîştina medyaya civakî û saetên bikaranîna sepanan (app) tên nirxandin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

8 kes mir, 33 kes jî birîndar bûn
Karwana Hêviyê li Meletiyê goştê qurbanê bi sedan li malbatan belav kir
Li Batmanê wesayîta ku parqkirî bû di nava alavan de ma
Tewafa xatirxwestinê hat kirin
Goştê qurbani resenê her rofê dewan