Hişyariyên pisporan ên li dijî lêdana tavê: Tedbîrên hêsan yên ku dê bên girtin giringiyeke mezin hewîn dikin

Dr. Ebru Adalı ya Pispora Tibba Acîl ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bilind İhtisasê ya Bûrsayê wezîfedar e, bal kişand li ser wê yekê ku tedbîrên sade yên ku dê bên girtin di astengkirina lêdana tavê de giringiyeke mezin hewîn dikin.

Pispor Dr. Adalı ya ku derbarê nîşaneyên lêdana tavê (derbûna germê) û tedbîrên ku dê bên girtin de daxuyanî dan, xêz li bin wê yekê kişand ku di navbera saetên 11.00 û 16.00an de ku tîrêjên rojê herî bandorker in, divê çiqas gengaz be dernekevin derve.

Pispor Dr. Adalı ya ku diyar kir pitik, zarok, ducanî, nexweşên kronîk, kesên 65 salî û li ser re û welatiyên ku di qadên vekirî de dixebitin di bin rîskê de ne, li ser wê yekê rawestiya ku divê di nav rojê de bi qasî pêwîst av bê vexwarin û bêyî ku li benda tîbûnê bimînin di navberên nîzamî de şilemenî bê girtin.

Di lêdana tavê de nîşaneyên krîtîk

Adalı ya ku anî ziman ku nîşaneyên lêdana tavê dikarin wekî taya bilind, êşa serî ya şiddetdar, gêjbûna serî, bêtaqetî, dilhevketin, vereşandin, krampên masûlkeyan, lêdana bilez a dil (çarpıntı), tevlîheviya hiş û hişçûyîn (bihuşketin) bin wiha got: "Di rewşa dîtina van nîşaneyan de divê rewş sivik neyê dîtin; bi taybetî di rewşa guherîna hiş, krîz (nobet) an jî bihuşketinê de divê bêyî ku dem bê windakirin ji tîmên Tenduristiyê yên Acil 112 alîkarî bê xwestin an jî serî li servîsa acil a herî nêz bê xistin.”

Adalı wiha axivî: "Kesê ku guman heye lêdana tavê xwaribe, berê divê birin jîngeheke hênik û sî, cilên wî yên zêde bên sistkirin û ji bo kêmkirina germahiya laş sepandinên sar bên kirin. Ji kesên ku hişê wan li serê wan e re dikare bi tîpên biçûk av bê dayîn. Lê belê ji kesên ku hişê wan girtî ye re bi ti awayî divê ji dev av an jî şilemeniyek neyê dayîn."

Hişyariyan li ber çavan bigirin

Adalı ya ku li gotinên xwe zêde kir ku lêdana tavê pirsgirêkeke tenduristiyê ya ku bi piranî dikare pêşî li ber bê girtin e, bi bîr xist ku di vê mijarê de divê hişyariyên ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê û Rêveberiya Tenduristiyê ya Bajar ve tên kirin li ber çavan bên girtin.

Adalı wiha axivî: "Liserxweşiya di saetên ku roj bandorker e de, vexwarina pir a avê, parastina kesên di grûpa rîskê de û ciddîgirtina nîşaneyan hem ji bo tenduristiya me hem jî ji bo tenduristiya civakê giringiyeke mezin hewîn dike."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çewlig de otomobil şîyo zerê veyîre: 2 birîndarî estê
Li Diyarbekirê di nav leglegan de surprîza flamîngoyan
Rê û paqijîyê
Ajokar jiyana xwe ji dest da
Jinekê canê xwe ji dest da