Hîva Sor a Efxenistanê serdana Karwana Hêvîyê kir

Lijneyek Hîva Sor a Efxenistanê, ji bo di warê çend meseleyan de îstîşareyan bikin Karwana Hêvîyê zîyaret kirin û bi sazîya bireveberîyê re hevdîtinek li dar xistin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hîva Sor a Efxenistanê Mewlewî Ruhullah Mohmand, Dîrektorê Têkilîyên Navneteweyî Zar Xan Ahmadzaî, Dîrektorê Ragihandina Sazîkî Juma Xan Navenda Giştî ya Karwana Hêvîyê zîyaret kirin.

Lijne ji teref Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran, Alîkarê Serokê Giştî Erdal Elîbuyuk û Serokê Çapemenîyê Davut Işik ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtina ku di nav germahîyê de hat kirin de, derheqê projeyên alîkarîyên civakî yên ku mirov dikare li Efxenistanê pêk bîne de îstîşareyan kirin.

Di hevdîtinê de, herdu lijne jî ji hev re diyarîran dan û wêneyan kişandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin