Hîzbullah, 4 baregehên leşkerî yên rejîma sîyonîst îmhe kir

Di daxûyanîya ku îro danê sibê hat weşandin de, Hizbullahê ragihand ku 4 navendên leşkerî yên rejîma îşxalker a sîyonîst îmhe kirin.

Hizbullahê ragihand ku nuqteya kombûna rejîma îşxalker a sîyonîst li baregeha El Cerrahê bi mûşekan hedef girt.

"Zareyt" bû baregeha duyemîn a ku ji teref Hizbullahê ve hat rûxandin. Hizbullahê her wiha ragihand ku baregehên “Soma” û “Huma” yên li Golana îşxalkirî jî hatine jinavbirin.

Rejîma îşxalker a sîyonîst ji 23ê Îlonê ve êrişên berfireh li navçeyên curbicur ên başûrê Lubnanê destpê kir û ev êriş niha jî berdewam in.

Li gorî rapora Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, êrişên rejîma îşxalker a sîyonîst bi sedan şehîd û bi hezaran birîndar li pey xwe hiştin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin