Hîzbullah, baregeha Golanî xist: 40 leşkerên îşxalê mirin

Wesayîta hewa ya bêînsan yê Hîzbullahê, diyar kir ku ew li başûrê Heyfayê baregeha Golanîyê hedef girtin. Di encama operasyonê de 40 leşkerên îşxalê mirin, gelek leşker jî birîndar bûn.

Li gorî Televîzyona El Cezîreya Qeterê, beregehekî leşkerî ya ku aîdê Tûgayên Golanîyê ya li herêma Bînyamînayê ye bi ÎHAyên kamîkazeyan hatin hedefgirtin.

Artêşa îşxalê diyar kir ku ÎHA ji Libnanê hatine şandin, sîstemên parastinê wesayîtê tespît nekirin û elarm jî lêneketin.

Çapemenîya îşxalê jî daxuyand ku di encama êrîşa ku hat kirin de herî kêm 40 leşker mirine, gelek kes jî birîndar bûne.

Piştî operasyonê ji rayedarên fermî hêj tu daxuyanîyek nehat dayîn.

Çavkanîyên îbranî diyar kir ku ji herêmê re 50 ambûlans û gelek helîkopter hatine şandin.

Di daxuyanîya ku ji teref Hîzbullahê ve hat belavkirin de jî ji sîvîlên sîyonîst re hişyarî hat dayîn ku bila ji baregehên leşkerî dûr bikevin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno