Hîzbullah li ser hev sîyonîstan hedef girt: 5 sîyonîst mirin

Hîzbullah, ji bajara Kiryat Shmona îşxalirî re fuzeyan avêt, ji Tepikên Labbounehê re fuzeyên plankirî ji tankekî re avêtin. Di operayonê de herî kêm 5 îşxalker mirin.

Hîzbullah, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî ya Telegramê daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîyê de destnîşan kir ku ew ji bajara Kiryat Shmona îşxalirî re hinek fuzeyan avêtine.

Çapemenîya îşxalkeran jî operasyonê rast kirin û daxuyandin ku ji bajêr re herî kêm 10 fuze hatine avêtin û teqîn pêk hatine.

Di heman demê de hat îfadekirin ku li Tepikên Labbounehê ku nêzê herêma Nakuraya Libnanê ye tankekî jî bi fuzeyên plankirî hedef girtin.

Piştî operasyonê di çend kîlometre dûrîtî de hat dîtin ku tank şewitîye û ji teref kamerayên amatorî ve hatin kişandin, hat îfadekirin ku herî kêm 5 îşxalker jî mirine.

Hat destnîşankirin ku bajaroka El-Kawzahê jî bi îşxalkeran re di mesafeya sifirê de pevçûn çêbûye û di wê pevçûnê de jî leşkerên îşxalker mirine û birîndar bûne.

Di daxuyanîyan de derheqê hejmarê mirî û birîndarên leşkerên sîyonîstan de agahîyek nehat dayîn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno