Hîzbullah, mala Netenyahu bi ÎHAyê hedef girt

Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa qaşo serokwezîrê rejîma îşxalker Binyamîn Netenyahi ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku ji avahîya li Kayserîyeya ku Netenyahu li wê derê rûdinê re ÎHAyek lêket lê ew ne li wê derê bûye.

ÎHAya ku ji Libnanê hatîye şandin, li bajara Kayserîya axên îşxalkirî mala Netenyahuyê terorîst îsabet girt.

Mirovên ku bûyerê dîtin îfade kirin ku ew dengekî mezin bihîstine.

Polêsê rejîma îşxalker, piştî teqînê ji herêmê re gelek ekîban şand û hemû rêyên ku diçin li wê derê jî ji têketin û derketinê re girtin.

Hat îddîakirin ku ÎHA li hedefê ketîye lê Netenyahu ne li wê derê bûye.

Di dema operasyonê de, li Baregeha Glilota ku ji îstîxbarata sîbera leşkerî û Mossadê mesul e elarm lêketine.

Rejîma îşxalker îddîa kir ku ew 3 ÎHAyên ku ji Libnanê hatine şandin du hebên wan îmhe kirine.

Di dîmenên ku di medyayên civakî de hatine parvekirin de tê dîtin ku ÎHAyek dema ku li kêleka helîkopterekî derbas dibe elarm lêdikevin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin