Serokê Peywendiyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, di derbarê bûyerên rojane de, di nav de rewşa dawî ya li Xezzeyê, polîtîkayên berfirehker ên îşxalkerên herêmê û serdana Serokkomarê Cezayîrê Abdulmecîd Tebbûne ya Tirkîyeyê, daxuyaniyên girîng da.
"Ragihandina guhertina sînor qebûlkirineke eşkere ya nexşeyeke dagirkeriyê ya xwînî ye"
Îmîr diyar kir ku rejîma terorîst a sîyonîst gav bi gav herêmê dixe nav agir û bal kişand ser bêdengiya civaka navneteweyî û got ku bêdengiya civaka navneteweyî îştaha îşxalkeran vedike.
Îmîr tekez kir ku daxuyaniya qaşo wezîrê rejîma terorîst a siyonîst Smotrich, derbarê "guhertina sînor" a ku Xezze, Şerîaya Rojava, Lubnan û Sûrîyeyê digire nav xwe, bi eşkereyî qebûlkirina nexşeyek dagirkeriyê ya xwînî ye û got, "Di demekê de ku siyonîzm hewl dide Xezzeyê vala bike, li Lubnanê bi derewa 'herêma ewle' pêş dikeve, û li Sûrîyeyê jî bi îlankirina ku ew ê ji deverên îşxalkirî venekişe, herêmê gav bi gav dikişîne nav agir."
"Eşkere ye ku îştaha siyonîst ew ê welat bi welat pêş bikeve, û wê dor bigihîje paytextên din ên herêmê"
Îmîr, bal kişand ser ku rejîma siyonîst di merhaleya ewil a agirbestê de ti wezîfeyên xwe bi cih neaniye û daxuyaniya xwe wiha domand: "Berdewamiya êrîşan li ser Xezzeyê û nêzîkbûna hezar şehîdekî nîşanek eşkere ye ku agirbest bi berdewamî hatiye îxlalkirin. Sernivîsên di çapemeniya siyonîst de, yên wekî 'Êrîşa mezin bi hinceta bêçekkirinê', ragihandinek e ku tê xwestin ku komkujî û qirkirin berdewam bike. Di vê merhaleyê de, civaka navneteweyî, nemaze welatên garantor, ji bona ku mafê parastina gelê Filistînê garantî bikin û dagirkerî û komkujiyan bi tevahî bi dawî bikin divê helwestek çalaktir û biryardartir bigirin. Ger ev bêdengî û bêbandorî berdewam bike, eşkere ye ku îştaha siyonîst ew ê welat bi welat pêş bikeve, û dor wê bigihîje paytextên din ên herêmê."
"Zarokên rêberan jî di heman xendekan de bi zarokên gel re dimirin"
Îmîr diyar kir ku tevgerên berxwedana Îslamî yên Filistînê, ji tehdîd û zextan dûr, helwesteke bi biryar nîşan dane û got, "Zarokên rêberên dozê jî di heman çeperan de wekî zarokên gel canê xwe didin; ew xwîna xwe ji xwîna gelê Filistînê cuda nabînin. Kuştina kurê serokê Hamasê Xelîl el-Heyya ew ê biryardariya kesên ku di cepheya pêş de bedelê vê dozê didin, neşkîne. Bi vê minasebetê, em ji el-Heyya ku kurê xwe yê delal ji bo gelê Filistînê û Mescîda Eqsayê, ji bo tevgera Hamasê û ji bo hemî gelê Filistînê feda kir re sebir dixwazin."
"Peymanên ku hatine îmzekirin hevkariyek girîng li dijî dorpêça emperyalîst a cîhanî temsîl dikin"
Îmîr di berdewama daxuyaniya xwe de serdana Serokkomarê Cezayîrê ya Tirkîyeyê nirxand û got ku têkiliyên biratiyê yên kûr ên di navbera Tirkîye û Cezayîrê de bi serdana Serokkomar Abdulmecîd Tebbûne ya Tirkîyeyê gihîştine merhaleyeke dîrokî.
Îmîr behsa girîngiya têkiliyên di navbera herdu welatan de kir û got, "Peymanên ku di navbera herdu welatan de di warên enerjî, pîşesaziya parastinê, çandinî û teknolojiyê de hatine îmzekirin nîşaneyek girîng a hevkariya li dijî dorpêça emperyalîst a cîhanî ne. Îro, cîhana Îslamî di bin pêlek nû ya tehdîdê de ye ji ber polîtîkayên berfirehker ên rejîma terorîst a sîyonîst û hêzên hevkar ên wê. Em di pêvajoyekê re derbas dibin ku krîz zêde dibin, nemaze di mijara Sahraya Rojava de, ku rejîma siyonîst bi rêya Fasê herêmê bêîstîqrar dike, û bi rêya Somalîlandê çavê xwe li yekparçeyiya axa Somaliyê digire. Ev manevrayên parçe bike û hikum bike yên hêzên emperyalîst li Efrîqa û Behra Spî hevgirtina welatên Îslamî pêwîst dike."
"Divê gelên Misilman dorpêçê bişkînin"
Îmîr hêviya xwe anî ziman ku peymana di navbera Tirkiye û Cezayîrê de hatiye nîşandan wê bibe temînata aştiya herêmî û axavtina xwe weha dawî kir:
"Divê gelên Misilman bi yekkirina kapasîteyên xwe yên aborî û leşkerî li dijî armancên kolonyalîst vê dorpêçê bişkînin. Bi vê minasebetê, em hêvî dikin ku peymanên îmzekirî dê şansê baş bînin; û em hêvî dikin ku ev hevgirtina xurt, ku ji Filistînê bigire heya Sahraya Rojava, ji Somaliyê bigire heya hemî herêmên bindest, dê berdewam bike." (ÎLKHA)