HUDA PAR: Bedêla vê îxanetê ew ê ji bo hemû ummetê gelek giran be

Serokê Têkilîyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, bi niviskî daxuyanîyek parve kir û ji plana îşxalkirina Xezzeyê ya bi temamî ya rejima sîyonîst re bertek nîşan da.

Îmîr di daxuyanîya ku da de ji planê re bertek nîşan da û weha got, “Di vê noqteya dîrokî de divê êdî daxuyanî neyên kirin, hewceye ku li hember îşxalê gavên fiîlî û tesîrdar werin avêtin.”

“Plana îşxalkirina Xezzeyê ya bi temamî merhaleya dawîn e…”

Huseyîn Îmîr destnîşan kir ku rejima sîyonîst êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê bi sîstematîkî dimeşîne, “Bomberdmandimana giran ên jîngehên sîvîlan, astengkirina lazimatîyên însanî yên bingeh, bikaranîtina birçîbûnîyê wek çekan û plana bi temamî îşxalkirina Xezzeyê, merhaleya dawîn a ku alema Îslamê heta niha hatîye ceribandin û bi wê şeklê pêvajo hatîye meşandin e. Her bombeyeke ku di serî de ji Xezzeyê re tê avêtin û bombeyên ku ji Libnan, Sûrîye, Yemen û Îranê re têne avêtin, biryarên ambargoyê ku hatine girtin; bi bêdengîya welatên herêmê û sazîyên hevkarîya Îslamê wêrektîyê girtîye.”

“Divê bi lez û bez li hember îşxalê gavên fiîlî û tesîrdar werin avêtin”

Îmîr bal kişand ku daxwazîya bêçekkirina HAMASê ji bo alema Îslamê dîmenekî şermezarî ye, “Şeref û rûmeta gelê Xezzeyê, bi fedekarîyên berxwedêrên ku hêna jî li hember îşxalê li ser pîyane tê parastin. Yên ku divê li hember îşxalê bûna, bi hedefgirtina berxwedanê bûne hevparê îşxalê. Di vê noqteya dîrokî de divê êrî daxuyanî neyên kirin, hewceye ku li hember îşxalê gavên fiîlî û tesîrdar werin avêtin. Divê bi lez û bez Teşkîlata Hevkarîya Îslamê bicive û li ser parastina gelê Xezzeyê, hêzekî leşkerî ya hevpar lidarbixin û bişînin herêmê. Heger ewakî nebe ew ê bedêla vê îxanetê ji bo ummetê gelek giarn be.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar