HUDA PAR Darulacezê ziyaret kir

Serokatîya Şaxên Jinan a Stenbolê ya HUDA PARê ji ber minasebeta Hefteya Pîr û Kalan li Stenbolê Darulacezê ziyaret kir.

Munewwer Aktaşa Seroka Şaxê Jinan a Stenbolê ya HUDA PARê û heyeta pê re pêkve ji ber minasebeta Hefteyta Pîr û Kalan Darulacezeya li Şîşlîya Stenbolê ziyaret kirin. Heyeta ku çû ziyaretê pirsa halê şênîyên Darulacezê kir û derd û kulên wan guhdar kir.

Heyet bi şikleke rûken û dilgerm ji teref şênîyên Darulacezê ve hat pêşîwazîkirin.

Piştî ziyareta ku hat kirin re Munewwer Aktaşa Seroka Şaxê Jinan a Stenbolê ya HUDA PARê derbarê ziyareta ku hatiye kirin de nirxandinek kir û wiha axivî:  Ev rewşa cihê ku pîr û kalên me mecbûr mane lê bimînin, dema ku însan vê yekê û rewşa malbata xwe ya li malê bi hev re muqayese dike  divê gelek zêde li halê xwe şikir bike. Ev ziyaret vê yekê anî bîra me. Divê civak cih û sazîyên bi vî awayî  ziyaret bike û rewşa wan însanên ku pêdivîya wan ji hezkirin û eleqê re heye bike. Ev yek deynê stûyê me hemîyan e .”

ÎLKHA
















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin