Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê Berpirsê Karûbarên Mafên Mirovan û Hiqûqî Mahmut Şahîn, derbarê qedexeyên li ser xwendekar û mamosteyên bi sergirtî yên li saziyên perwerdehiyê yên Azerbaycanê de li ser medyaya civakî daxuyaniyek nivîskî weşand.
Şahîn rewşa heyî bi serdema tarî ya 28ê Sibatê ya Tirkîyeyê re berawird kir û destnîşan kir ku azadiya baweriyê bi hinceta sekularîzmê nayê îxlalkirin.
"Nixumandin beşek ji bawerî û nasnameya jineke misilman e"
Şahîn bal kişand ser wê rastiyê ku redkirina xwendekarên sergirtî bo dibistanan û hiştina wan li derveyî deriyê dibistanan li Azerbaycanê îxlalkirineke cîddî ya maf û azadiyên bingehîn e û got, "Mixabin ew e ku pêkanînên sînordarker, ku bi xwendekaran dest pê kirin, ber bi mamosteyan ve jî têne berfireh kirin. Nixumandin beşek ji bawerî û nasnameya jina misilman e."
"Zorkirina mirovan ku di navbera baweriyên xwe û mafên xwe yên perwerde û xebatê de hilbijêrin, îxlalkirineke eşkere ya mafan û neheqiyeke mezin e"
Şahîn qedexeyên serpoşê bi 28ê Sibatê ya li Tirkiyeyê re berawird kir û wiha got:
"Bi navê sekularîzmê, neçarkirina mirovan ku di navbera baweriyên xwe û mafên xwe yên perwerde û xebatê de hilbijêrin, îxlalkirineke eşkere ya mafan û neheqiyeke mezin e. Zilma li ser serpoşan ku Tirkiyeyê di pêvajoya 28ê Sibatê de dît, yek ji mînakên herî bi êş ên êşa ku ji hêla zîhniyeteke tepeserker ve li civakê tê kirin e. Îro li Azerbaycanê jî hebûna zilmeke bi vî rengî nîşaneya têgihîştina tepeserker û despotîk a serokên wê ye."
"Em bang li hikûmeta Azerbaycanê dikin ku mafên perwerdehiyê yên xwendekaran garantî bike"
Şahîn daxuyaniya xwe bi gotina "Em bang li rêveberiya Azerbaycanê dikin ku dawî li van kiryarên hovane yên ku azadiya dînî û wijdanê îxlal dikin bîne; û mafên xwendekaran ên perwerdehiyê û yên mamosteyan ên xebatê garantî bike." (ÎLKHA)