Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr di axaftina xwe ya derbarê destwerdana îşxalker a Emrîkayê ya li Venezuelayê de diyar kir ku rêveberiya Washingtonê bi veşartina gotinên "demokrasî" û "ewlehiyê" hewl dide polîtîkayên xwe yên êrîşkar rewa bike û destnîşan kir ku ev yek bi eşkereyî îtîrafa talankirina gerdûnî ye.
"Armanc desteserkirina çavkaniyên xwezayî yên Venezuelayê ye"
Îmîr bi tundî helwesta Emrîkayê ya li hember Venezuelayê şermezar kir û got, "Rêveberiya Washingtonê armanca rastîn a polîtîkayên xwe yên êrîşkar, ku bi salan e li pişt gotinên 'demokrasî' û 'ewlehiyê' vedişêre, bi daxuyaniyên xwe eşkere kir. Wekî ku Trump bi eşkereyî got, armanc tenê desteserkirina çavkaniyên xwezayî yên Venezuelayê ye. Ev îtîrafa wê yekê ye ku Emrîkayê pergaleke gerdûnî ya talanê ava kiriye ku serweriya hiqûqê, serwerî û îradeya gel paşguh dike."
Cîhan dît ku Emrîkayê li Efxeistanê û Iraqê çi kir
Îmîr bi bîr xist ku kiryarên Emrîkayê yên berê li Efxenistanê û Iraqê ji bo her kesî eşkere ne û wiha got, "Cîhanê dît ku Emerîkayê li Efxenistan û Iraqê çi kir. Îşxalkirin, wêrankirin, mirina bi mîlyonan mirovan û kaosa li dû xwe hişt; ev rûyê rastîn ê li pişt îddîayên 'azadiyê' yên Emrîkayê ye."
"Emrîka mîna sextekarekî cîhanî tevdigere"
Îmîr diyar kir ku zimanê tehdîdê yê li dijî Venezuelayê ne tiştekî nû ye û tekez kir ku ev berdewama senaryoyên berê ye û got, "Emrîka mîna çeteyekî gerdûnî tevdigere ku tehdîdê li her welatekî dike ku ne li gorî berjewendiyên wê ye û xwe mafdar dibîne ku êrîşî her herêma ku dixwaze bike."
"Bêdengiyê cesareta Emrîkayê zêdetir dike"
Huseyîn Îmîr bang li civaka navneteweyî kir û diyar kir ku bêdengî tenê ew ê êrîşkariya Emrîkayê zêde bike û got, "Divê cîhan êdî li dijî vê hovîtiya gerdûnî biryarek zelal bide. Bêdengiya civaka navneteweyî tenê dê êrîşkariya Emrîkayê teşwîq bike." (ÎLKHA)