HUDA PAR: Em bang li gel dikin ku zarokên xwe bi Quranê re bidin naskirin

Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Karên Civakî ya HUDA PARê ve hat belavkirin de, bang ji dê û bavan re hat kirin ku bila zarokên xwe bişînin qursên Quranê yên havînê.

Serokatîya Karên Civakî ya HUDA PARê, ji bona ku di 30ê Hezîranê de qursên Qurdanê dest pê dikin, bang li dê û bavan kir ku bila zarokên xwe bişînin van qursan.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Em ji vê pêvajoya perwerdehîyê re piştgirîyê didin û bang li gelên xwe dikin ku bila zarokên xwe û ciwanên xwe bi Quranê re bighînin hev.”

“Divê dê-bav, berê zarokên xwe bidin camî û qursên Quranê”

Di daxuyanîyê de hat bibîrxistin ku qursên Quranê di 30yê Hezîranê roja Duşemê de dest pê dike, “Van qursan ji bona ku zarokên me xwe di warê, Quranê, agahîyên dînî yên bingeh û exlaqî de pêşve bibin firsedên mezin in. Em wek HUDA PARê bang li hemû kesên ku hestyar in dikin ku bila ji vê xebata xêr re piştgirîyê bidin. Divê dê-bav zarokên xwe bişînin camîyan û qursên Quranê; divê xoceyên me, perwerdekar û dildarên me di vê pêvajoyê de bi dil û can wezîfeyan bistînin.”

“Qursên Quranê yên havînê, pêvajoyekî lêkirina menewî ye”

“Vê pêvajoyê tenê temaşe nekin, bi şekleke aktîfî piştgirîyê bidinê! Nexwe dema ku di dilê zarokên me de hezkirina Xwedê kok bide, ew ê ji bo siberoja civaka me jî ronîya hêvîyê bibiriqîne. Neyê jibîrkirin ku civakeke saxlem, bi neslekî ku ji nirxên xwe re sadiq in, bişiûr û bierdem in ve tê lêkirin. Qursên Qurana havînê tenê fealîyetekî tetîlê nînin; di heman demê de pêvajoyekî lêkirina menewî ye. Em bi vê şiûrê tevbigerin hem ew ê ji bo dinyaya me hem jî ji bo axireta me qezencekî mezin be.”

“Em wek HUDA PARê piştgirîyê didin vê pêvajoyê”

Di dawîya daxuyanîyê de weha hat gotin, “Neslekî ku bi Quranê mezin bûye; ew ê bibe balgirê edalet, merhamet û heqîqetê. Werin em zarokên xwe bi Quranê bidin naskirin, siberoja xwe ronî bikin! em wek HUDA PARê vê pêvajoya perwerdehîyê piştgirî dikin û bang li gelên xwe dikin ku bila zarokên xwe bişînin qursan.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar