İmir li ser hesabê xwe yê X’ê di daxuyaniya xwe de got, "Em temenni dikin agirbesta ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û PYDê de pêşî wekî 4 rojan û paşê jî wekî 15 rojan hat dirêjkirin, veguhere aştî û aramiyeke mayinde."
İmir bal kişand ser şerê ku li Sûriyeyê didome, şert û mercên giran ên zivistanê û zehmetiyên gihîştina elektrîk, av, sotemenî û xwarinên bingehîn ku her roja diçe mexdûriyeta gelê Kurd ê mazlûm zêdetir dike û wiha pê de çû:
"Ji bo parastina sivîlên li serî de Kobanî û her wiha li Efrîn, Hesekê û Qamişloyê, ji bo vekirina korîdorên mirovî û gihandina alîkariyan, hevdîtinên me yên bi rayedaran re berdewam dikin.
Her wiha em bi rayedarên saziyên civakî yên sivîl (SCS) yên ku xebatên alîkariya mirovî dimeşînin re jî di nav têkiliyê de ne, da ku bi kampanyayên alîkariyê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Di vê çarçoveyê de, em spasiya wan SCSan dikin ku piştî hevdîtinên me kampanyayên alîkariyê dan destpêkirin.
Di hevdîtinên me yên bi rayedarên Sûriyeyê re hat ragihandin ku; bi armanca gihandina alîkariya mirovî ya ji bo Kobanî, îro serê sibê bi kordînasyona saziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) 24 TIR alîkarî ji Helebê bi rê ketine û gihîştine cihê xwe."
İmir destnîşan kir ku divê hemû alî ji bo pêşîgirtina li mexdûriyeta gelê sivîl, ji bo vekirina korîdorên mirovî û gihandina alîkariyan hêsankariyên pêwîst bikin û wiha nirxand: "Bi taybetî divê dev ji wan helwest û reftarên ku PYDê dikin hincet û zemînê ji bêhiqûqî û mexdûriyetên li dijî gelê Kurd re amade dikin, were berdan. Gelê Kurd li ser axa xwe şer naxwaze; jiyaneke aram, ewle û bi rûmet dixwaze.