HUDA PAR: Ev zilma li dijî zarokên bêguneh nayê qebûlkirin

Bertekên li hember wêneyên çar zarokên di navbera 3 û 10 salî de li gundê Çinarê didomin ku ji aliyê birayên wan ê ne ji dê ve îşkence li wan tê kirin û pîsîya heywanan bi wan têne xwarin didome.

Li navçeya Çınarê, tê îdiakirin ku jineke Sûrîyeyî ji ber zilm û zordariya ku lê hatiye kirin, bi çar zarokên xwe re ji mala xwe reviyaye û li Hatayê penaber bûye.

Li gorî îdiayan, zarokên ku di malê de dijîn û temenê wan 3, 6, 7 û 10 salî ye, rastî zilm û zordariyê hatine.

Hat îdiakirin ku zarok neçar mane ku pîsîya heywanan bixwin û dîmenên ku hatine tomarkirin û ji diya wan re hatine şandin.

Di dîmenan de zarok wekî birayên wan ên ne ji dîyan wane hatine nasîn.

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ragihand ku lêpirsînek li ser vê mijarê hatiye destpêkirin û her çar zarok jî di bin parastinê de ne.

Rêveberiya Parêzgeha Dîyarbekirê ya HUDA PARê derbarê vê mijarê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ev rewş nayê qebûlkirin û got, "Ev zilma ku li zarokên bêguneh tê kirin nayê qebûlkirin!

Wêneyên çar zarokên ji 3 heta 10 salî ku li Gundê Dêlgurê yê navçeya Çinar a Dîyarbekirê ji aliyê dayika xwe ya dêmarî û birayê xwe yê ne ji dê ve tên îşkencekirin û pîsîya heywanan tê xwarin, me hemûyan pir trawmatîze kir.

Em vê muameleya nemirovane bi tundî şermezar dikin. Ev zilma ku li ser zarokên bêguneh tê kirin bi tevahî nayê qebûlkirin. Divê berpirsiyar bi awayê herî dijwar werin cezakirin û zarok têxin bin hîmayê û werin rehabîlîtekirin.

Wekî HUDA PAR, em ji raya giştî re radigihînin ku em ê vê mijarê ji nêz ve bişopînin û zarokên me bêxwedî nemînin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar