Berdevkê HUDA PARê Yunus Emiroglu nirxandinên partiya xwe yên li ser siyaseta derve û geşedanên dawî yên li alema Îslamê bi raya giştî re parve kir.
Emîroglu, li ser girîngiya hevpeymaniyên herêmî û li ser Projeya Rêhesinê ya Hîcazê, ku ew ê Erebistana Siûdî û Tirkîyeyê bi rêya Urdun û Sûrîyeyê ve girêbide bal kişand û got: "Ev proje dê hevkariya aborî û lojîstîkî xurt bike. Îdeala xwestî û pêkan e ku erdnîgariyeke Îslamî ya bi tevahî serbixwe be ku tê de Emrîka bi tevahî ji herêmê dûr bikeve û sîyonîst ji her alî ve bên tecrîdkirin. Ji bo ku ev îdeal pêk were, girîng e ku hevkariya leşkerî, sîyasî û bazirganî di navbera welatên herêmê de bêyî derengmayîn were zêdekirin."
Emîroglu diyar kir, "Tirkîye, bi mîrateya xwe ya dîrokî û tesîra xwe ya li herêmê, divê pêşengiya vê projeyê û pêvajoya hevkariya stratejîk bike. Anîna dewletên herêmê li ser platformek leşkerî û aborî ya hevpar tenê rêya rawestandina diziya sîyonîst e. Divê hevpeymaniya herêmî were xurtkirin, sîyonîzm were tecrîdkirin û bingehek ji bo hevkariyê ya serbixwe ji destwerdanên derve were avakirin."
"Rejîma sîyonîst agirbestan tenê wekî taktîkek derengxistinê bikar tîne"
Di beşa dawî ya daxuyaniya xwe de, Emîroglu, pêşketinên li Xezzeyê, Lubnanê û Şerîaya Rojava nirxand û diyar kir ku rejîma sîyonîst agirbestên îlankirî tenê wekî "taktîkek derengxistinê" bi kar tîne.
Emîroglu, li ser komkujiyên li Şerîaya Rojava ku berxwedana çekdarî lê tune ye bal kişand û got, "Di destpêka sala 2026an de, 41 Filistînî li Şerîaya Rojava şehîd bûn, û hejmara êrîşan gihîşt rêjeyek tirsnak a 8.691an. 34 planên wargehên neqanûnî yên nû hatine pejirandin eşkere dikin ku niyeta rastîn a sîyonîstan ne ewlehî ye, lê îşxalkirina erdên gelekî bi rêya paqijkirina etnîkî ye. Ev rewşa li Şerîaya Rojava bi zelalî nîşan dide ku rejîma sîyonîst hewcedariya xwe bi tu hincetek maqûl nabîne."
"Divê tora terorîst a sîyonîst bê şert û merc were tecrîdkirin"
Berdevkê HUDA PARê Emîroglu, bang li welatên Îslamî kir ku gavên sîyasî û leşkerî yên berbiçav bavêjin û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Divê rejîma îşxalker bê şert û merc, tavilê û bi awayekî teqez ji axa Xezzeyê, Lubnanê û Sûrîyeyê were neçar kirin ku vekişe. Divê hemû xetên dabînkirina leşkerî, bazirganî û aborî yên rejîma sîyonîst bi tecrîda tevahî werin qutkirin û hemû kanalên ku piştgiriya enerjî, xwarin û lojîstîkî peyda dikin tavilê werin girtin." (ÎLKHA)