HUDA PAR li 3 bajaran kongrê tertîp dike

HUDA PAR, îro li Stenbol, Qonye û Entelyayê Kongreya Bajara Asayî ya 4mîn tertîp bike.

HUDA PARa ku bi şîara “Sîyaseta Dirust, Edaleta Rastî” derket sehneya sîyasetê, kongreyên xwe yên bajarê didomîne.

Serokatîya Bajarê Stenbol yê HUDA PARê, di 10ê Kanûnê (Îro) de ew ê Kongreya Asayî ya 4mîn tertîp bike. Kongre, ew ê bi beşdarbûna Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ve bê tertîpkirin.

Kongreya ku bi silogana “Lazimatîya welat ji HUDA PARê re heye” bê tertîpkirin, di seat 14.00an de li Kompleksa Spor a Goztepeyê bê lidarxistin.

Kongreya duyemîn jî ew ê li Qonyeyê bê lidarxistin.

Serokatîya Bajarê Qonyeyê, daxuyand ku ew ê Kongreya Bajara Asayî ya 4emîn îro di seat 14.30yan de di Navenda Çanda Azîzîyeyê de bê lidarxistin.

Kongreya dinê jî ew ê li Entelyayê bê lidarxistin.

Kongreya Bajara Asayî ya 3yemîn ew ê bi beşdarbûna Berdevk û Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê ve bê lidarxistin.

Hat desnîşankirin kongre ew ê di seat 15.00an de di Navenda Çanda Kepez Erdem Beyazidê bê tertîpkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn