HUDA PAR li Çewlîgê panelek bi navê "Ez Zimanê Dayikê Hildibijêrim" li dar xist

Serokatiya Karûbarên Perwerdehiyê ya HUDA PARê li Çewlîgê ji bo balê bikişîne ser dewreya dersên bijarte yên li dibistanan û hişyarkirina li ser zimanê dayikê panelek bi navê "Zivanê Dadîya Xu Vicneno" li dar xist.

Serokatiya Karûbarên Perwerdehiyê ya HUDA PARê li Çewligê ji bona ku balê bikişîne ser pêvajoya dersên bijarte yên li dibistanan û hişmendiya civakî li ser perwerdehiya zimanê dayikê zêde bike panelek li dar xist. Panela bi sernavê "Ez Zimanê Dayikê Hildibijêrim" destnîşan kir ku pirrengiya zimanî nîmet û dewlemendiyek îlahî ye û divê perwerdehiya bi zimanê dayikê ne tenê mafek bijarte, lê wekî mafek bênavber were naskirin.

Bername, ku girîngiya zimanê dayikê di çarçoveya perwerde, çand û nasnameyê de anî ziman, aliyên perwerdehiya bi zimanê dayikê, ji pêşveçûna takekesî bigire heya aştiya civakî, bi berfirehî nirxand.

Bernameya ku li Hola Konferansê ya Şaredariya Çewlikê hate lidarxistin, bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.

Di panela nîqaşê de, akademîsyen Dr. Mehmet Aslanogulları li ser "Rola Ziman di Avakirina Nasnameyê de" pêşkêşiyek pêşkêş kir, perwerdekar Mahmut Kaya li ser pirsgirêkên di pergala dersên bijarte de axivî, û Parlamenterê Mersînê yê HUDA PAR Faruk Dînç jî li ser rola entegreyî ya perwerdehîya bi zimanê dayikê axivî.

Pêşkêşîyên pêşkêşvanan weha ne:


(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno