HUDA PAR li Êlihê zafera Xezzeyê pîroz kir

Li Xezzeyê agirbest çêbû. Xelkê Batmanê li ber serokatiya Batmanê ya HUDA PARê komê ser hevdu bûn û serkeftina berxwedana Xezzeyê pîroz kirin.

Piştî ji bo Xezzeyê lihevhatina agirbest û pevguhertina esîran pêk hat xelkê Êlihê daket meydanan. Xelk li ber Serokatiya Êlihê ya HUDA PARê hat cem hevdu. Li vê derê zafer û serkeftina berxwedanên qehremanan hat pîrozkirin.

Evîndarên Eqsayê alên Fîlîstîn û tewhîdê hildan û tekbîr anîn û slogan avêtin.

Serokê Êlihê yê HUDA PARê Davût Şahîn li vê derê axavtinek kir û serkeftina berxwedanê pîroz kir.

Şahîn wisa got, “Dibe ku îsraîl û Emrîka yan jî welatên din ên emperyalîst xwe wek hêzên mexlûb nabin nîşan bidin. Lê binêrin li hember artêşa ku şehadetê weka saadetê dizanin û weka xelasbûnê dizanin mexlûb bûn. Lê mixabin rêberên ummeta Îslamê di vê îmtîhanê de rezîl bûn.”

Serokê Navçeya Navend a Êlihê Ugur Aksoy jî beyana medyayê xwend û destnîşan kir ev zafer ne tenê li ser maseya muzakereyê, li sahayê bi fedekariya mucahîdan hatiye qezençkirin.

Aksoy got, rejima siyonîst her tim agirbestan îxlal dike, ji ber vê yekê divê li hember vê yekê amadehî bê kirin.

Aksoy weha got:

“Divê îzin nê dayin ku îşxalker vê yekê ji xwe re weka firsendekî bibîne. Ji bo Xezze ji nû ve bê avakirin divê hemû welatên herêmê bibin seferber. Alîkariya însanî bilezûbez ji Xezzeyê re bê şandin. Emrîka û rejima sîyonîst ji xwe re dike hedef ku hemû axên Fîlîstînê îşxal bikin. Divê alema Îslamê li hember van projeyan hişyar bin. Wezîfeya ummeta Îslamê ye ku azadiya Mescîdê Aqsayê pêk bînin heq û mafên Xezzeyê biparêzin û muafeze bikin. Ji bo vê yekê divê li hember rejima îşxalê têkevin nav piştevaniyê û destekê bidin mucadeleya birûmet a xelkê Fîlîstînê.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê