Serokê Bajarê Amedê yê HÜDA PARê Zeynul Abidin Gülsever, di çarçoveya xebatên hişyariyê yên li dijî girêdayîbûna madeyan (tiryak) de, serdana standa ku ji aliyê Şaxê Ciwanan ve li ber Mizgefta Mezin hatibû vekirin, kir. Gülsever diyar kir ku ciwan bi gefa hişbirê re rû bi rû ne û bang li rayedar û malbatan kir.
Gülsever anî ziman ku divê hemû beşên civakê li dijî hişbirê têkoşîneke hevpar bimeşînin.
Gülsever xebatên ku ji aliyê Şaxê Ciwanan ve tên meşandin teqdîr kir û ev îfade bikaranîn:
"Îro li Ameda me û li seranserê Tirkiyeyê, Şaxên me yên Ciwanan derbarê girêdayîbûna madeyan (tiryak) de çalakiyên hişyariyê li dar dixin. Standa ava dikin, meşên protestoyî pêk tînin û bi çalakiyên curbecur hewl didin balê bikişînin ser vê meseleya giring. Ew ji bo ku têkoşîna li dijî vê xetereya ku gefê li ciwanên me dike bigihînin asteke hîn bilindtir, xebateke mezin dimeşînin."
"Ev pirsgirêk tenê bi têkoşîna li dijî firoşkarên li kolanan nayê çareserkirin"
Gülsever destnîşan kir ku girêdayîbûna madeyan ne tenê kesan, di heman demê de civakê jî ji kûr ve dihejîne. Ew balê dikişîne ser strukturên li pişt firoşkariya hişbirê û wiha dibêje:
"Dema ciwanek dibe hîmdarê (bağımlı) madeyê, bi rastî ji jiyanê diqete. Ev mesele ne tenê pirsgirêkeke kesane ye ku li kolan an jî li malê diqewime. Strukturên organîze û baronên hişbirê hene ku ciwanên me jehrî dikin û wan dikişînin nav vê heriyê. Hêviya me ya herî mezin ji hikûmeta navendî ew e ku li dijî van strukturan têkoşîneke çalak bimeşîne. Ev pirsgirêk tenê bi têkoşîna li dijî firoşkarên li kolanan (torbacı) nayê çareserkirin."
Gülsever anî ziman ku di têkoşîna li dijî hişbirê de peywir dikeve ser milê hemû beşên civakê û diyar kir ku avahiyên kevnar û xera (metruk) yên li Amedê jî pirsgirêkeke mezin çêdikin.
Gülsever wiha axivî: "Divê ev herî (bataklık) were çikandin. Ji bo vê jî divê ew strukturên ku di navenda bazirganiya hişbirê de ne, werin hedefgirtin. Li tax û kolanên Amedê, bi destê kesên ku wekî 'torbacı' tên naskirin ciwanên me tên jehrîkirin. Herwiha avahiyên xera û vala, zemînê ji bo belavbûna van adetên xerab amade dikin. Pêwîst e rêvebirên herêmî (şaredarî û walîtî) derbarê van avahiyan de gavên lezgîn bavêjin."
"Divê hemû beşên civakê li dijî tiryakê berpirsiyariyê hildin ser milê xwe"
Gülsever destnîşan kir ku tenê tedbîrên ewlehiyê (polîsiye) têrê nakin û divê malbat werin hişyarkirin. Wî gotinên xwe wiha bi dawî kirin:
"Di vê têkoşînê de tenê hewldana saziyekê têrê nake. Li gel tedbîrên polîsî, divê xebatên perwerdehî, tenduristî û piştgiriya civakî jî werin meşandin. Divê malbat werin hişyarkirin, ciwan werin parastin û hemû beşên civakê di vê têkoşînê de berpirsiyariyê hildin ser milê xwe."