HUDA PARê derheqê "1ê Gulanê Roja Ked û Hevgirtinê" de peyamek belav kir

HUDA PAR bi minasebeta "1ê Gulanê Roja Ked û Hevgirtinê" peyamek weşand. Di peyamê de ehemmîyeta kedê û pêwîstiya temînkirina edaleta civakî hate destnîşankirin.

Di daxuyaniyek nivîskî ya Navenda Giştî ya HUDA PARê de weha hat gotin, "Hêmana herî bingehîn a çalakiya hilberînê ked e. Divê nirxa xwêdanê were naskirin û mafên karkeran berî ku xwêdana wan zuwa bibe divê bi tevahî werin dayîn."

Di daxuyaniyê de, qala enflasyonê hat kirin û hat îfadekirin ku divê karker li hember enflasyonê neyê eciqandin.

"Em hêvî dikin ku ev yek dê bibe sedema rojên bextewar û aram ku tê de edaleteke civakî were damezrandin"

Di dawîya daxuyanîyê de weha hat îfadekirin: "Bi vê wesîleyê, em hêvî dikin ku 'Roja Ked û Hevgirtinê ya 1ê Gulanê' bibe sedema rojên bextewar û aram ku ked li şûna daxwazên sermayeyê were xelatkirin, li şûna mûçeya herî kêm standardên jiyanê yên mirovî wekî bingeh werin girtin û li şûna neheqiya mûçeya kedê ya ferzkirî edaleta civakî were sazkirin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno