HUDA PARê derheqê heqareta xebîs ya Lemanê de bertekek tund nîşan da!

HUDA PARê, ji kovara Lemanê ku ji Pêxemberê me re alçaxî kirîye re bertekek tund nîşan da.

Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Karên Hiqûq û Mafên Însan ê HUDA PARê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Ev li dijî gelê me yê Misilman heqaretekî giran e.” Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli û Berdevkê Partîyê Yunus Emîroglu jî ji ev alçaxîyê re bertek nîşan dan.

“Parêzêrên me dê pêvajoya hiqûqê bişopînin”

Serokatîya Karên Hiqûq û Mafên Însan ê HUDA PARê di daxuyanîya xwe de weha got, “Em heqareta Kovara Lemanê ku dixwaze bibe wek Charlie Hebdoyê, ku karîkatûrên Pêxemberê me Hezretî Muhammed û Hezretî Mûsa xêz kirîye lenet dikin. Ev sûcekî zelal a nefretê ye! Ev ji gelê me yên Misilman re heqaretekî giran e! Ev bûyera menfûr pêşnîyaza qanûnê ya HUDA PARê ku derheqê cezakirina heqaretên li djiî nirxan daye derxistîye holê ku çiqas muhîm e. Em ê ji bona ku ev fiîla alçaxî were cezakirin pêvajoyê wê bi tîtîzî bişopînin.”

“Heqaretkirina ji nirxên me yên dînî û menewî re heqê tu kesî nîne û ne heddê wan e jî!”

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli jî weha got, “Ez weşana heqaret a Kovara Lemanê ku dixwaze wek Charlie Hebdoyê bibe û heqaret li Pêxemberê me Hezretî Muhammed û Hezretî Mûsa kirîye lenet dikim. Ev êrîşên ku di nav de nefret hene, tenê xwedîbawermendan hedef nagre, hizûra civakê jî hedef digre. Divê hiqûq bersiva ku heqê wî ye bi lez û bez bide. Heqaretkirina ji nirxên me yên dînî û menewî heqê tu kesî nîne û ne heddê wan e jî!”

“Em ê vê kustexîyê tu dem bîrva nekin!”

Berdevkê Partîyê Yunus Emîroglu jî pêşnîyaza qanûnê ku partîya wî hefta borî pêşnîyarê Meclîsê kiribû ku digotin bila yên ku heqaretê nirxên dînî dikin bêne cezakirin bibîrxist û got, “Kustaxîya Lemanê, carekî dinê nîşan daye û derxistîye holê ku pêşnîyaza qanûnê ya HUDA PARê çiqas muhîm e! Heqaretkirina ji Resûlê Ekrem re ne azadî ye! Em ê tu dem vê kustexîyê bîrva nekir! Divê tu kes ji vê alçaxîyê re bêdeng nemîne.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar