HUDA PARê derheqê Şehîd Fermandar Muhammed Daîf de peyama şînê belav kir

HUDA PARê, derheqê şehadeta Fermandarê Giştî yê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam ê baskê leşkerî yê HAMASê Muhammed Daîf û 6 fermandarên bi wî re de peyama şînê belav kir.

Ji teref Navenda Giştî yê HUDA PARê ve derheqê Şehîd Fermandar Muhammed Daîf de peyama şînê hat belavkirin û di peyamê de weha hat gotin:

“ ‘Ji yên ku di rêya Xwedê de hatine kuştin re nebêjin ‘mirî’. Na, ew zindîne, feqet hûn nizanin’ (Sûreya Beqere, 154)

Em di van rojên ku berxwedana bi nav û dengê 15 mehî ya Xezzeyê ku ji rejima îşxalker a sîyonîst re çok danîtîye erdê û êsîrên di zindanên rejima îşxalker de azad dike de, bi xemgînîyeke mezin şehadeta Qehremanê Operasyona Tofana Eqsayê Fermandarê Tûgayên Qessam Muhammed Daîf û fermandarên berxwedanê yên dinê hîn bûn.

Em şehadeta fermandarê bi nav û deng Muhammed Deîf û fermandarên dinê yên ku şehîd bûne û gelê Filistînê û axên xwe terk nekirine, bi canê xwe di vê oxirê de bedêl dane û ji sîyonîstên ku bi hemû îmkanên xwe li ser serê Xezzeyê bombeyan dibarîne re hezimetekî mezin dane jîyandin pîroz dikin.

Berxwedana gelek şehîdan wek Şehîd Yahya Sînwar, Şehîd Îsmaîl Henîyye, Şehîd Muhammed Daîf û fedekarîyên ku nîşan dane ew ê bi îzna Xwedê ji azadîya Filistîn, Mescîdî Eqsa û Qudsê re bibe wesîle.

Em daxwaz dikin ku bila şehîdên egîd û bi qîmet ên berxwedana gelê Xezzeyê ku di rêya azadîyê de şehîd bûne ji şîyarbûna alema Îslamê re bibe wesîle, ji gelê Filistîn û Tevgera Berxwedana Îslamî HAMASê re şîna xwe pêşkêşî dikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar