HUDA PARê derheqê şewatên daristanê de peyam da

HUDA PARê, derheqê şewatên daristanê ku li giştîyê welat derketine de daxuyanîyeke niviskî belav kir.

Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Karên Civak a HUDA PARê ve hat belavkirin de, bal hat kişandin sîstemên hişyarî ya zû bila bê qewetkirin, qapasîteya midexeleyê bê zêdekirin û ji bo parastina daristanan divê civak bê bişiûrkirin.

“Ji welatîyên me yên ku ji şewatê tesîrdar bûne re daxwazîyên xwe yên derbasbûyî dişînin”

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku divê bi lez û bez tedbîrên ku hewcene bêne standin, “Şewatên ku li Bûrsa, Balikesîr, Manîsa, Aydin, Bolû, Mereş, Seqerya, Bîlecûk, Entalya û Îzmîrê pêk hatine û hêna jî li gelek cîhan berdewam dike me ji dilve tesîrdar û xemgîn kirîye. Serê ewil em ji welatîyên xwe yên ji şewatê tesîrdar bûne re daxwazîyên xwe yên derbasbûyî dişînin. Tedbîrgirtinên meseleya ku dilê me pê dişewite ji bona ku ev bûyeran mezin nebin û dubare nebin ehemmîyetekî jîyanî di nav xwe de dihewîne. Sîstemên hişyarî ya zû bila bê qewetkirin, qapasîteya midexeleyê bê zêdekirin û ji bo parastina daristanan divê civak bê bişiûrkirin û êdî ev jî ferz bûye.”

“Ji ber şewatên ku derdikevin dilê me dişewite”

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku divê bi lez û bez pêvajoya edlî û îdarî bikeve merîyetê, “Xeyn ji van tiştan divê wan kes an jî kesên ku di warê sedema şewatê de dexlên wan hene jî bêne lêkolînkirin û pêvajota edlî û îdarî bê destpêkirin. Divê bûyerên ewakî bêceza nemînin, ji bona ku cadin bûyerên ewakî çênebin. Em wek HUDA PARê îfade dikin ku ji ber van şewatan dilê me dişewite.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar