Hat îfadekirin ku ew ê komxebata duyemîn di 25ê Cotmehê roja Şemîyê bê lidarxistin.
Şahîn derheqê mesleyê de daxuyanî da û got, “Em wisa hêvî dikin ku ew ê komxebat, ji meseleya Kurd re di warê çareserîyên mayînde, adil û însanî de feydeyan bide.”
“Mexdûrîyetên ku gelê Kurd pê re rûbirû maye, tenê bi polîtîkayên ewlehî navendî nayê çareserkirin”
Mahmut Şahîn destnîşan kir ku meseleya Kurd yek ji pirsgirêka herî muhîm a herêma me û Tirkîyeyê ye, “Mexdurîyetên aborî, sîyasî, çandî û civakî ku gelê Kurd bi salan e pê re rûbirû ye, tenê bi polîtîkayên ewlehî navendî nayê çareserkirin. Divê ev pirsgirêk, bi nerîna bingeha însanî, wijdan û edaletê were bidestxistin.”
“Em armanc dikin ku vê pêvajoya îstîşareya ku li Dîyarbekirê dabû destpêkirin, li Wanê bi sazîyên cuda û perspektîfên cuda pêşve dibin”
Mahmut Şahîn destnîşan kir ku HUDA PARê ji dema damezrandina xwe vir ve ji çareserîya Meseleya Kurd re di warê hizûr, aştî û siberojê de meseleyek pêşeng dibîne, “Di vê çarçoveyê de partîya me ji bona ku daxwazên sîyasî, dînî û mafên civakî yên Kurdan bidestbixin çi mesulîyet li ser wan be wan mesulîyetan digre ser milê xwe. Em di vê çarçoveyê de wek Serokatîya Karên Hiqûq û Mafên Însanî yê HUDA PARê di roja Şemîya 25ê Cotmehê de li Wanê bi navê ‘Komxebata Însanî di Meseleya Kurd de’ tertîp dikin. Em armanc dikin ku vê pêvajoya îstîşareya ku li Dîyarbekirê dabû destpêkirin, li Wanê bi sazîyên cuda û perspektîfên cuda pêşve dibin.”
“Em wisa hêvî dikin ku ew ê komxebat, di warê çareserîya meseleya Kurd de feydeyan bide”
Şahîdn ragihand ku ew wisa armanc dikin komxebata ku wê di roja Şemîya 25ê Cotmehê de li Wanê tertîp bikin di raya girseyî de cudahîyek çêbike, “Em wisa hêvî dikin ku ew ê komxebat, ji meseleya Kurd re di warê çareserîyên mayînde, adil û însanî de feydeyan bide.”
Endamê Sazîya Îdareya Giştî ya HUDA PARê Mahmut Şahîn, daxuyand ku ew ê duyemîn “Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Meseleya Kurd Re” ku di meha Sibatê de li Dîyarbekirê li dar xistibûn, wê li Wanê li dar bixin. (ÎLKHA)