Parlamenterê Entabê û Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di Meclîsê de daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist û derheqê rojevê de nirxandinan kir.
Demîr, derheqê bêrêtîyên ku di şaredarîyan de têne kirin de axivî û weha got, “Kîjan partî dibe bila bibe dema ku bêrêtîyê dike -tu dixwazî ew partî CHP, AKP, ÎYÎ Partî an jî yên dinê bin- mitleq ji wan hesab bê pirsîn û di warê hiqûqaê de heta dawîn micadele bê dayîn.”
Demîr êrîşên rejima îşxalker jî lenet kir û got, “Divê welatên Îslamê li hember sîyonîzmê fotoxrafkî zelal û yek bidin, ew mecbur in ku bi hev re tevbigerin û tedbîrên leşkerî bistînin, ev bûye tiştekî ferz.”
Demîr îfade kir ku li hinek herêman ziwahî heye û derheqê vêya de jî çareserî û pêşnîyazan got.
“Welatên Îslamê li hember sîyonîzmê mecbur in ku tedbîrên leşkerî bigrin”
Demîr ji axavtina xwe re bi lenetkirina êrîşên rejima îşxalker a li ser Sûrîyeyê dest pê kir û got, “Van êrîşan carekî dinê jî nîşan dan jî tu welatekî herêmê ji şer û êrîşên sîyonîzman ne emîn in; ew ne di ewlehîyê de ne. Ji li vê derê heqîqatekî jî heye ku bi zelalî eşkere bûye: Zimanê tenê yê ku şebekeya terorê ya îsraîlê jê fêhm dike hêz û qewet e. Me vêya, di herba 12 rojan a ku bi Îranê re kir de jî bi zelalî dît. Ew, kengî li hember hêz û qewetekî dîtin, di zûtirîn dem de bûn hewarîyên aşîtîyê û dest bi xwestina agirbestê kirin. Divê welatên Îslamê li hember sîyonîzmê fotoxrafkî zelal û yek bidin, ew mecbur in ku bi hev re tevbigerin û tedbîrên leşkerî bistînin, ev bûye tiştekî ferz. Heger ewakî nekin ew ê tu welatekî li vê erdnigarîyê li hember şerrê îsraîlê û Emrîkaya hevparê wî neemîn be. Em carekî dinê jî binê vêya xêz dikin ku ev heqîqet û rastîyekî ye.” (ÎLKHA)