HUDA PARê ji bo "Roja Penaberan a Cîhanê" peyamek belav kir

Di daxuyaniya ku ji teref Serokatiya Mafên Mirovan û Karûbarên Hiqûqî ya HUDA PARê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku micadeleya rastîn, avakirina cîhanek e ku mirov neçar nebin ku bibin penaber.

Serokatiya Mafên Mirovan û Karûbarên Hiqûqî ya HUDA PARê bi minasebeta "20ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê" daxuyaniyek nivîskî weşand.

"Qurbaniyên herî mezin ên krîza penaberan jin, zarok, kal û pîr û nexweş in"

Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku penaber ji bo di heyatê de bimînin dest bi koçberiyê kirine: "Îro, em li wêneyekî cîhanekê dinêrin ku bi mîlyonan mirov neçar in ku welatên xwe, cihên ku lê ji dayik bûne û mezin bûne, û ji ber şer, îşxal, zilm û zextên sîyasî neçar in ku derkevin kolanan. Her krîzeke penaberan birîneke kûr di wijdanê kolektîf ê mirovahiyê de dihêle. Û qurbaniyên herî mezin ên vê krîzê jin, zarok, kal û pîr û nexweş in. Penaber pirî caran ne bi dilxwazî, lê ji ber revîna bi zorê ya ji bo di heyatê de bimînin dest bi koçberiyê dikin."

"Têkoşîna rastî ew e ku cîhanek were avakirin ku mirov neçar nebin ku bibin penaber"

Di dawiya daxuyaniyê de weha hat gotın: "Mixabin, îro, li şûna ku penaberan bi qanûnî biparêzin, gelek welat mijûlî astengkirin, vegerandina wan an jî dersînorkirina wan in. Ji ber vê yekê, ne tenê li dijî zehmetiyên ku penaber pê re rû bi rû dimînin, lê di heman demê de li dijî neheqî, şer, rejîmên zordar û polîtîkayên îstismarkirinê yên ku wan ji cih û warên xwe derdixin jî, divê em li ber xwe bidin. Ji ber ku têkoşîna rastîn avakirina cîhanek e ku mirov neçar nebin penaber bin. Em ê têkoşîna xwe ji bo lêgerîna hiqûq, wijdan û mirovahiyê bidomînin ku her kes dikare tê de penageh bibîne." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar