HUDA PARê ji destheqê kêmtirîn re bertek nîşan da

Şahzade Demîr, derheqê destheqê kêmtirîna nû de weha got, “Zema destheqê kêmtirînê ya ji sedî 30 bi tu şeklî nayê îzahkirin. Divê ji vê reqemê bê zivîrandin û zêdebûnekî bal bê kirin.”

Demîr, li ser hîsaba xwe ya Xê daxuyanîyek parve kir û destheqê kêmtirîna ku 22 hezar û 104 Lîre hatîye diyarkirin nirxand.

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr, weha got:

“Rêjeya ji nû ve nirxkirinê ji sedî 43,93 ye, rêjeya zêdekirina kirê û enflasyon jî ji sedî 60 e, hişt ku mûçeya herî kêm ji sedî 30 be, bi ti awayî nayê qebûlkirin. Bi vî awayî kardêr neçar dike ku mûçeyê kêmtirîn îxlal bike. Divê ev reqem vegere û divê zêdebûneke maqûltir bê kirin.”

Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan ragihand ku mûçeya herî kêm a sala 2025an wek 22 hezar û 104 TL hatiye diyarkirin. Serokomar Erdogan herwiha destnîşan kir ku wan mûçeya herî kêm ji sedî 30 zêde kirine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar