HUDA PARê ji Serokê Meclîsê Kurtulmuş re zîyareta pîrozbahîyê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu û Wekîlê Serokê Giştî û Parlamenterê Entabê Şahzade Demîr, Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş ku dîsa ji Serokatîyê re hatibû hilbijartin zîyaret kirin.

Yapicioglu ji Kurtulmuş re ji ber ku ji nû ve ji Serokatîyê re hatîye hilbijartin pîrozbahîyên xwe pêşkêş kir û di wezîfeya wî ya dewra nû de daxwazîyên serfirazîyê jê re kir.

Zîyaret bi daxwazîyên başîtîyê ya herdualîyan jî dawî bû.

Di weşana ku li ser hîsaba medyaya civakîya Meclîsê de hat weşandin de weha hat gotin, “Serokê Me Yê Meclîsa Gel a Mezin a Tirkîyeyê Numan Kurtulmuş, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu û Parlamenterê Entabê Şahzade Demîr qebûl kir.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin