HUDA PARê ji Wezareta Xizmetên Civak û Malbatê re teklîfa pirsê şand

Sekreterê Giştî û Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr, ji Meclîsê re derheqê meseleyên asta kêmbûna zewacê, teşwîqkirina ciwanan a ji bo zewacê, zêdebûna hevberdanê û tedbîrên hêsankirina zewacê-zehmetkirina hevberdanê de teklîfa pirsê da.

Parlamenter û Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr, ji bona ku balan li ser asta kêmbûna zewacê û zêdebûna hevberdanê bikşîne ji Wezîra Xizmetên Civak û Malbatê Mahînur Ozdemîr Goktaş re bi niviskî teklîfa pirsan teqdîm kir.

Di teklîfê de weha dihat nivîsandin:

“1. Wezareta we, ji bona zêdebûna zewaca ku asta wî kêm dibe bê zêdekirin xebatên çawa bikartîne?

2. Ji bona ku ciwan ji zewacê re bêne teşwîqkirin projeyên çawa ketine rewacê û têne tetbîqkirin?

3. Derheqê kêmbûna hevberdanê de tedbîrên çawa hatine girtin?

4. Gelo li ser hêsankirina zewacê û zehmetkirina hevberdanê de xebatên we yên mewzûatê heye?” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno