HUDA PARê Wezîrê Çandinî û Daristanan Yumakli zîyaret kir

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr û Parlamenterê Mersînê Faruk Dînç, Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli ziyaret kirin û pirsgirêk û daxwazên cotkarên herêmê ji wan re ragihandin.

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Entabê Şahzade Demîr û Parlamenterê Mersînê Faruk Dînç, bi hev re Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli li meqamê wî ziyaret kirin. Di civînê de, pirsgirêkên têkildarî çandinî û heywandariyê, bi taybetî jî li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, hatin nîqaşkirin.

Şahzade Demîr derbarê serdanê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got, "Me serdana Wezîrê Çandinî û Daristanan ê me Birêz Îbrahîm Yumakli kir. Me pirsgirêkên welat û daxwazên welatîyên xwe ji wî re ragihand."

Demîr diyar kir ku di civînê de li ser van mijaran nîqaş kirine:

"Hişkesaliya ku li hinek bajarên Başûrê Rojhilat tê jiyîn, bihayên genim û polîtîkayên piştgiriyê, pêkanîna yekgirtî ya Bendava Cizîrê û projeyên avdanê, birîna daran a plankirî li Şirnex û derdora wê, bêparkirina cotkaran ji piştgiriyê li deverên ku entegrasyona erdê nayê kirin, û teşwîqkirina hilberîneran li deverên ku ji ber sedemên ewlehiyê hatine girtin û paşê ji bo xwedîkirina heywanan hatine vekirin."

Demir di dawiya zîyaretê de ji bo eleqe û mêvanperweriya Wezîr Yumakli spasiya wî kir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno