Îbareyên bi navê "Tirk" û "Tirkîyê" yên li ber navê yekîneyên meslekêne wê bên rakirin

Bi dirustkirina qanûnek nû wê îbareyên bi navê "Tirk" û "Tirkîyê" yên li ber navê yekîneyên meslekê wê bên rakirin.

Endamên Konseya Navenda Yekîtîya Tabîpên Tirk (TTB) li hember herekata ku TSKyê di 20ê Çile de dabû destpêkirin de gotibû “Herb ji bo tendirustîya gel pirsgirêke” daxuyanîyek dabû. Ev daxuyanîya TTB bûbû sedema bertekan.

Serokomar Recep Tayîp Erdogan destnîşan kiribû ku yekîneyên wek veya wê navê “Tirk” jê bê rakirin. Piştî bangewazîya Seokomar Erdogan, Serokwezîrîyê dest bi xebatên qanûnî yên derbarê yekîneyên meslekê de kir.

Li gor vê yekê; Navenda Yekîtîya Tabîpên Tirk, Yekîtiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirkiyeyê, Yekîtîya Hekîmên Dirana ya Tirk û yên wek Yekîtîya Dermanxaneyên Tirk wê navê “Tirk” û wê ji yên wek Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê, Yekîtiya Borse û Odeyan a Tirkiyeyê, Odeya Pîşesazî û Ticaretê wê îbareya “Tirkîyeyê” jê bê rakirin.

Nêzîkê 40 navê yekîneyên meslekê têde îbareya “Tirk” û “Tirkîye” heye.

Endambûna van saziyana jê hinek mecbûyî bû bi vê qanûna nû wê endamtîya mecbûrî jî ji holê bê rakirin. Êdî endamtîya odeyên meslekê û yekîneyan wê ne mecbûrî be.

Piştî vê qanûnê odeyên derkevin derveyî faliyetên xwe û yên ji bilî falîyetên xwe daxwuyanîyan bidin wê cizayê giran bigrin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e