​​​​​​​IHO EBRAR goştê qurbanên xêrxwazan tîne ser sifreyan

Rêxistina alîkariyê ya navneteweyî IHO EBRAR bi Cejna Qurbanan a li Dîyarbekirê goştê qurbanê li hezaran malbatên Diyarbekirê belav kir.

Bi minasebeta Eyda Qurbanê rêxistina alîkariyê ya navneteweyî IHO EBRAR wek gelek saziyên alîkariyê goştê heywanên qurbanan tîne ser sifreyên bêmalên Diyarbekirê.

IHO EBRAR a ku ji bo xwe bigihîne malbatên muxtac ên li çar aliyê cîhanê bi alîkariya mal û pereyan ji xwe re kiriye şîar, li Dîyarbekirê jî şaxeke rêxistina belavkirina goştê qurbanê ya ku li erdnîgariyên cuda pêk tîne li Dîyarbekirê pêk tîne.

Temsîlkarê ÎHO EBRAR ê navçeya Rezan Ramazan Memiş derheqê xebatên belavkirina goştê qurbanê yên ku li Dîyarbekirê tên kirin de axivî û teşekûrên xwe pêşkêşî xêrxwazan kir.

Memiş weha got, "Em li ser navê rêxistina alîkariyê ya navneteweyî IHO EBRAR li vir in. Em goştê qurbanê yên ku ji aliyê xêrxwazan ve ji me re hatine dayîn belav dikin. Ji bo bi hezaran malbatan goştê qurbanê rakir û em ê bidomînin. Em ji xêrxwazan re teşekûrên xwe tînin ziman û Cejna wan pîroz dikin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê