IHO EBRAR li Etiyopyayê ji bo emeliyatên katarakt û nexweşên penceşêrê piştgiriya darayî peyda dike

IHO EBRAR, rêxistineke alîkariya mirovî ya navneteweyî ye ku bi çalakiyên xwe yên alîkariyê ji bo kesên hewcedar hem li hundir û hem jî li derveyî welat tê nasîn.

Rêxistinê li ser bi sedan nexweşan emeliyatên kataraktê kiriye û alîkariya darayî daye zarokên ku di bin dermankirina penceşêrê de ne.

Ekîbên IHO EBRAR gihîştin nexweşên ku bi salan e nikarin werin dermankirin, nemaze li deverên gundewarî ku gihîştina lênihêrîna tenduristiyê pir kêm e.

Piştî muayeneyên çavan ên berfireh ên ku li ser nifûsa herêmî hatine kirin, nexweşên ku emeliyata wan guncaw hat dîtin ji hêla bijîşkên pispor ve di bin şert û mercên sterîl de hatin emeliyat kirin.

Bi saya emeliyatên kataraktê, gelek kesan çavên xwe ji nû ve dîtin û dîsa jiyan parastiye.

Pêşketinên tenduristiyê yên li herêmê hatine kirin, hem ji hêla nexweşan û hem jî ji hêla malbatên wan ve bi kêfxweşiyek mezin hatine pêşwazîkirin.

Nexweşên ku dîtina wan winda bû piştî emeliyatê ji bo IHO EBRARê spasiya xwe kirin û dua kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin