IHO EBRAR li Hewlêrê kolîyên Remezanê belav kir

IHO EBRAR, Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê di çarçoveya projeya Remezanê de ji mihtacan re kolîyên zexîreyê belav kir.

IHO EBRARa Sazîya Alîkarî ya Navneteweyî ye, li Herêma Kurdistanê ji bi hezaran malbat re pakêtên alîkarîyê belav kir.

Sazîya alîkarîyê ku li çar alîyê dinyayê xebatên alîkarîyê li dar dixe, bi minasebeta meha Remezanê li Herêma Kurdistanê vê carê xebatan li dar xist.

Li Hewlêrê ji êtîm û malbatên mihtac re pakêtên ku ji teref xêrwazan ve ji wan re hatine dayîn belav kirin.

Derheqê xebatê de Temsîlkarê Hewlêr yê IHO EBRARê weha axivî:

“Niha em kolîyên zexîreyê a ku ji teref IHO EBRARê ve hatîya tertîpkirin li vê derê ji xelkê re belav dikin. Xwedê xêra wan qebûl bike. Bi rastî jî lazimatîya xelkê li vê derê ji alîkarîyan re heye. Di navbera van malbatên me de êtîm, nexweş, feqîr û astengdar hene. Wexta alîkarîyê jî gelek baş bû. Tiştên ku di nav kolîyan de ne qîma malbatan dike înşaallah. Ev jî me kêfxweş dike, Xwedê xêra xêrxwazan qebûl bike.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Halepçe Katliamı’nın üzerinden 38 yıl geçti
Avrupa Yetim Eli'nden Halepçe'de İftar
Hewlêr'de İslam'a hakarete karşı sokaklar doldu
Hewlêr uçuşlarının durdurulduğu iddialarına THY’den açıklama
Cips fabrikasında büyük yangın