Îran: Em dikarin herêmê ji îsraîl bikin cehennem

Tahran bersiva siyonîstên ku îddîa kirin balafireke bêînsan a ku aîdî Îranê ye hatiye xistin û gefan li Îranê dixwar da.

Huseyîn Selamîyê Alîkarê Fermandarê Muhafizên Şoreşê ya Îranê derbarê daxuyanîya siyonîstan a “me balafireke bêînsan a Îranê li Sûrîyê da erdê” de destnîşan kir “îsraîlî derewker in, em tu xebera ku dê ji îsraîlê bê teyîd nekin, ger Sûrîye teyîd bike em ê jî teyîd bikin.”

General Selamîyê ku li Tahranê di civîneke ku hat tertîpkirin de axivî di axavtina xwe de him siyonîstan û him jî Amerîkayê hedef standin.

Selamî di axavtina xwe de diyar kir ew xwedîyê hêza hilweşandina temamê baregahên Amerîka û îsraîlê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Leşkerê me bes bi şewirmendîyê li Sûrîyê ne. Bo parastina Sûrîyê hebûna artêşa Sûrîyê bes e. Em dikarin herêmê ji îsraîl bikin cehennem. Hebûna Amerîka ya li Sûrîyê xeyrî meşrû ye û ew bi şikleke teqez têk biçin. Amerîka berî ku têk biçe ger herêmê terk bike ev yek bo wî dê baş bibe.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin