Îranê, li baregeha leşkerî ya li bakurê Tel Avîvê û navenda MOSSADê xist

Di çarçoveya pêla operasyona nû ya Îranê de, baregehên îstîxbarat a li Gliotê rasterast hat hedefgirtin. Bi tevê vê derbeya ku li dilê sîyonîstan ket, “Qubbeya Hesinî” carek dinê jî bû wek kefgîrê.

Hêzên Çekdar ê Îranê, di seatên serê sibehê de baregeha leşkerî ya li bakurê Tel Avîvê û tesîsên îstîxbaratê hedef girt.

Çavkanîyên herêmî destnîşan kirin ku ev êrîş, bi taybetî yekîneya Îstîxbarata Leşkerî (Aman) û kompleksekî aîdê MOSSADê hedef girtîye û lêketîye.

Hat îfadekirin ku piştî operasyona Îranê li herêmê teqînekî mezin çêbûye, çavkanîyên sîyonîstan “biryara dizîtîyê” tetbîq dike encax tê diyarkirin ku xesar gelek ciddî ye.

Rojnameya Haarez a ku navenda wî li axên îşxalkirîye, diyar kir cîhê ku dûçarê êrîşê bûye, “baregeha Gliota ku di nav xwe de yekîneya leşkerî û sazîyên îstîxbarî dihewîne” ye. Qenala Hadshot Bezmanê jî rast kir ku baregeha Amanê îsabet girtîye.

Fermandarê Hêzên Bejahî ya Îranê, piştî operasyonê vê daxuyanîyê da:

“Bila dijmin zanibe ku, ev operasyonên me yên dijwar ku bi çekên nû û pêşveçûyî daye destpêkirin, wê di nav seatan de zêdetir bibe. Ev, hemleya ewil a hêzên me yên çekdarî ye.”

Li gorî çavkanîyên leşkerî, herêma ku hatîye hedefgirtin, yekîneya îstîxbarat a 8200a navdar û kompleksa ku bi MOSSADê re girêdayîye di nav xwe de dihewîne.

Her çiqas jî rejima sîyonîst qedexeya weşanê anîtibe jî hinek agahî derketine derve. Di xeberakî Haaretzê de ev îfade bal kişand:

“Me ji bo Emrîkayê her tiştî amade kir. Weka ku di fitbolê de heye, me parastinê qelaşt, heta ber qeleyê hatin, topê ji bo wan hêşt. Êdî divê li topê xin û xolê bavêjin.”

Ev operasyona dawîn a Îranê, nîşan dide ku ew di sehayê de bibîryar in. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar