Îsmaîl Henîyye bi nevîyên Mandela re hevdîtin kir

Serokê Buroya Sîyasî yê Hareketa Berxwedana Îslamî(HAMAS) Îsmaîl Henîyye li Stenbolê bi Nikosi Zwelivelile Mandelayê nevîyê Nelson Mandele re hevdîtin kir.

Henîyye di hevdîtina ku hat kirin de ji ber destek û piştevanîya Efrîkaya Başûr a ku ji bo Filistînê nîşan dide û ji ber ku meseleya Xazzeyê hat birin Dîwana Edaletê ya Navneteweyî teşekkurên xwe anîn zimên û helwestan Efrîkaya Başûr taqdîr kir.

Di heman hevdîtinê de Henîyye destnîşan kir lazim e dinya, li hember wan sûcên ku li Xazzeyê ji teref siyonistan ve tên kirin xwe kerr û kor û lal neke.

Nikosi Zwelivelile Mandelayê nevîyê Nelson Mandele jî di hevdîtinê de ji ber ku nevî û lawên Îsmaîl Henîyye şehîd bûbûn û ji bo şehîdên Filistînî sersaxî û xemgînîyên xwe anî zimên û got ku ew ê her tim li ba doza heqdar a Filistîn û gelê Filistînê bin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin