Îstîxbarata Rûsyayê: Li pişt êrîşa Moskovayê 3 welat

Serokê Serwîsa Ewlehîya Federal a Rûsyayê (FSB) Aleksandr Bortnikov, destnîşan kir ku li pişt êrîşa Moskovayê Emrîqa, Îngilistan û Ukrayna hene.

Lêkolîna derheqê êrîşa ku li Moskovayê hat lidarxistin de hatine destpêkirin berdewam dike.

Derheqê êrîşê de ji teref Serokê Serwîsa Ewlehîya Federal a Rûsyayê (FSB) Aleksandr Bortnikov ve daxuyanîyek hat belavkirin û weha hat gotin, “Li pişt êrîşê Emrîqa, Îngilistan û Ukrayna heye.”

Bortnîkov li ser pirsa ku di pişt êrîşê de Emrîqa, Îngilistan û Ukrayna heye an jî na de weha bersiv da, “Em wisa difikirin. Ji xwe em qala derheqê fatoraya ku di destê xwe de dikin. Ev agahîyekî giştîye lê qezencekî wan yê mezin jî heye. Ukrayna dixwaze ku xwe nîşan bide. Ji bona ku hûn hebûna xwe nîşan bidin gelo divê çi bê kirin? Divê di paş de çalakîyên sabotaj û terorê bêne kirin ku ji xwe hedefa îstîxbarata Ukraynayê û îstîxbarata Îngilistanê jî ev e. Serwîsên îstîxbarata Emrîqayê jî vê meseleyê pirî caran axivîye.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin