Îşxalkeran doh êvarê li Xezzeyê 2 qetlîaman pêk anît: 11 şehîd

Rejîma sîyonîst,doh êvarê li Xezzeyê li dijî 2 herêman bombebarandinan kir, di encama bombebarandinê de 11 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Çapemenîya mehellî diyar kir ku Dibistana Zaid bin Harithayê ku însanên bêmal xwe sipartibûn wê derê hat bombebarandin. Di qetlîamê de 7 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Îşxlakeran di heman şevê de li dijî Klînîka Tevbeya ku li bajaroka Abasan El-Kabirayê ye bi bombeyan êrîş pêk anît, di encamê de 4 kes şehîd bûn, herî kêm 4 kes jî birîndar bûn.

Îşxalker li alîyê bakur dijwarîya xwe zêdetir dike, malan xera dike û bombe dike, ji gihaştina xwarinê re jî astengîyan derdixe, berê welatîyên li wê derê jî bi zorê dide koçkirinê.

Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve ku rejîma îşxalker êrîş da destpêkirin, hejmarê şehîdan derket 42 hezar û 718an, hejmarê birîndaran jî 100 hezar û 282 kesan derbas kir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin