Îşxalkeran îtîraf kirin: Me qewet û qerartîya HAMASê xelet hesab kir

Sîteya Axîosa ku navenda wê Emrîqaye, nivîsand ku rayedarekî qaşo yê rejîma îşxalker weha gotîye, “Me qewet û qerartîya HAMASê xelet hesab kirîye.”

Li gorî sîteya Axîosê, rayedarekî payebilind yê îşxalkeran, rast kir ku Binyamîn Netenyahu û navbeynkarên mizakereyan “Qewet û qerartîya HAMASê xelet hesab kirine”

Rayedarê qaşo yê ku axivîye weha got, “Gelek kes bawer dikirin ku HAMASê di daxwazîyên xwe de ne ciddî ye û bawer dikirin ku ew ê navbeynkaran, HAMASê ji bo peymanê li hev bînin encax ev tişt wek ku dihat bawerkirin çênebû. Di serî de eşkerebû ku ew ê HAMAS serê xwe netewîne. Ew nexwestin ku vê rastîyê bibînin.”

Rayedar, îfade kir ku êrîşên li dijî HAMASê têne kirin, “Pozîsyona bingeh a HAMASê neguhertîye” û dûre weha got, “Bi taybetî jî bi temamî ji veguhertina Fîlîstînîyan re ya ji bo bakurê Xezzeyê îzîn neyê dayîn e wê peymanekî neyê kirin.”

Rayedarê ku axivîye got ku, “Em gelek ketine tengasîyê” weha axavtina xwe berdewam kir, “Valahîyekî mezin heye. Dibe ku em bikevin nav leyîstika yanê merhaleya sûcdarkirinê lê ev tişt ew ê êsîran neyne. Ger ku em dixwazin peymanekî bikin divê van rastîyan qebûl bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê