Îşxalkeran li Qudsê camîyekî xera kirin

Rejîma îşxalker, li rojhilata Qudsê Camîya Şîyahê bi beheneya “înşeata bêrihset” xera kir.

Ekîbên îşxalker bi tevî ekîbên Şaredarîya Qudsê êrîşî herêmê kirin, camîyê dorpêç kirin û dûre jî bi wesayîtên kar dest bi xerakirinê kirin. Camî bi temamî hat xerakirin.

El Şîyah Camîî, li ser 80 metreyî hatibû lêkirin, yek qatî bû û hewşa wî hebû. 20 sal berê, şênîyên herêmê ji bona ku ji xwe re nimêj bikin û dersa Quranê bigrin ev camîyê lêkiribûn. Di heman demê de camî ji komeleyekî bi navê “Ketatîp el-îman” re ku fealîyetên ziberkirin û hînbûna sinnetê dikir re jî malvanîyê dikir.

Xerakirina camîyê, di çarçoveya astengkirina înşeatê ya li Qudsê de hat kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno